Pîtandin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Hêk bi spermê tê pîtandin

Yekbûna navika hêkê bi navika spermê ve wekî pîtîn an jî pîtandin tê navkirin. Hêka pîtandî jî wekî zîgot tê nav kirin. Piştê pîtandina hêkê, zîgot dest bi dabeşbûna mîtozî dike û hejmara xaneyên zîndewer zêde dibe. Pîtîn yek ji bingehînên serate yên pirbûna zayendî ye. Du corê pîtînê heye; pîtîna dererekî (bi înglîzî: external fertilization) û pîtîna navxweyî (bi înglîzî:internal fertilization).

Pîtîna derekî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Pîttîna derekî

Bi taybetî zîndewerên avî yên wekî masî û beq bi pîtîna derekî pir dibin. Ji bo pîtînê, beqa mê û ya nêr gametên xwe (hêk û sperm) bi hemdemî (senkronî) ber didin nav avê, sperm û hêk li derveyî laşên zîndewer digihîjin hev. Di pîtîna derekî de egera li hev rasthatina hêk û spermê gelek kêm e, loma beqa mê bi hezaran hêk berdide avê. Bi vî awayê egera pîtîna hêkan zêde dibe.

Pîtîna navxweyî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di pîtina navxweyî de sperm di nav coga hêkê de rastê hêkê tê û hêkê dipitîne

Zîndewerên bejayî û hin zîndewerên avî bi pîtîna navxweyî pir dibin. Ango pîtandin di hindirê laşê mêyê de, di nav coga hêkê de pêk tê. Firsenda pîtîna hêkê gelek zêde ye, loma di rêya hêkê de tenê hêkêk gewrebûyî heye.

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]