Here naverokê

Paleozoyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Paleozoyî yek ji sê serdemên jeolojîk ên serdema Fanerozoyî ye ku di destpêka 538,8 milyon sal berê (Ms), piştî Neoproterozoyî yê (serdema dawî ya Serdema Proterozoyî yê) destpêkiriye û 251,9 milyon sal berê di destpêka serdema Mesozoyî de bi dawî bûye.[1] Paleozoyî ji şeş serdemên jeolojîk (ji herî kevin heta herî nû) pêk tê ku di nav wan de Kambrî, Ordovîsyen, Sîlûrî, Devonî, Karboniferî û Permî hene. Hinek demên jeolojîk ên Paleozoyî bi awayeke nefermî li serdemên destpêkê û dereng hatiye dabeş kirin ku Paleozoyî ya Destpêkê ji serdemên Kambrî, Ordovîsyenî û Sîlûrî pêk tê û Paleozoyî ya Dereng jî ji serdemên Devonî, Karbonîferî û ji Permî yê pêk tê.[2]

Navê Serdema Paleozoyî cara yekem ji aliyê Adam Sedgwick (1785–1873) ve di sala 1838an de ji bo danasîna serdemên Kambrî û Ordovîsyen hatiye bikaranîn.[3][4] Serdema Kambrî şahidiya cûrbecûrbûna jiyanê ya herî bilez û berbelavî ya di dîroka Erdê kiriye ku wekê Teqîna Kambrî tê zanîn û piraniya celebên nûjen cara yekem di vê serdemê de xuya bûne. Peyva Paleozoyî ji yewnanî tê ku palaiós (παλαιός, tê wateya "kevn") û zōḗ (ζωή, tê wateya "jiyanê") ku ev hevgirtina van herdu peyvan tê wateya "jiyana kevn".[5]

Paleozoyî serdemeke guherînên dramatîk ên jeolojîk, avhewa û pêşveçûnê bû. Jiyan li okyanûsê dest pê kiriye lê di dawiyê de derbasî bejahî bûye û di dawiya Paleozoyî de, daristanên mezin ên nebatan ên kevnar parzemînên cîhanê nixumandine ku gelek ji wan di roja îro de kanên komirên li Ewropa û li rojhilatê Amerîkaya Bakur pêk anîne. Ber bi dawiya serdemê ve, sînapsîd û dîapsîdên mezin tevlihev serdest bûne û nebatên nûjen ên pêşîn (konîfer) derketine holê.

Serdema Paleozoyî bi bûyera nemabûnê ya herî mezin a serdema Fanerozoyî ku bûyera nemabûnê ya Permî-Trîyasî bû, bi dawî bûye. Bandorên vê karesatê ew qas wêrankar bû ku jiyana li ser erdê di serdema Mesozoyî piştî 30 milyon salan karîye ku xwe ji nû ve ava bike[6]. Di heman demê de dibe ku vejîna jiyanê ya di deryayê de li gorî jiyana li ser bejahiyê pir zûtir xwe ava kiriye.[7]

  1. ^ "International Commission on Stratigraphy". stratigraphy.org. Roja gihiştinê 9 hezîran 2025.
  2. ^ "Geological timechart". British Geological Survey (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 9 hezîran 2025.
  3. ^ "Proceedings of the Geological Society of London v.2 1833-1838 Nov-Jun". HathiTrust (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 hezîran 2025.
  4. ^ "Penny cyclopaedia of the Society for the Diffusion of Useful Knowledge v.17 Org-Per". HathiTrust (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 hezîran 2025.
  5. ^ "Online Etymology Dictionary". www.etymonline.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 9 hezîran 2025.
  6. ^ Sahney, Sarda; Benton, Michael J (15 kanûna paşîn 2008). "Recovery from the most profound mass extinction of all time". Proceedings of the Royal Society B: Biological Sciences. 275 (1636): 759–765. doi:10.1098/rspb.2007.1370. PMC 2596898. PMID 18198148.
  7. ^ "Dead-ammonite bounce". The Economist. ISSN 0013-0613. Roja gihiştinê 9 hezîran 2025.