Papa Fransîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Papa Fransîs (2014)
Nîşana Papa Fransîsê

Papa Fransîs (bi latînî: Franciscus; navê wî yê sivîl Jorge Mario Bergoglio ye, wekî Xorxe Maryo Bergolyo bixwîne) di 17'ê berfanbara 1936'an de li Buenos Aires, Arjentînê hatiye ser dinyayê, papayekî dêra katolîkan e.

Ew serokê dêrê bû û di 13´ê adara 2013´an de weke papa hat hilbijartin piştî Papa Benedîkt XVI. Navê xwe kir Fransîs. Navê Fransîs, bi navên weke Fransîsê Assîsî, Fransîs Xavier, Fransîsê Sales û hwd. Jorge Mario Bergoglio, papayê pêşiyê ku navê Fransîs dihilde. Ew pêşî bi erk bû metran bû di dêra Buenos Aires de û sereke dêra katolîk li Arjantînê. Weke Papa Fransîs I, di kitaya Amerîkayê tê û ne Ewropa û an jî Rojhilat e.

Jînenîgarî[biguherîne]

Di xwandina xwe de, pêşî teknîkên kîmya xwand. Piştre bi ber keşetiyê ve çû û bû keşa. Piştre, dibistanak keşetîyê xwand li Villa Devoto. Di 11 adara 1958'an de xwandina xwe ya wê bidawî kir. Piştre xwandina li humaniora ku li Şîleyê kir. Piştre Li Arjantînê asta felsefê weke doktora xwand. Piştre li gelek zankoyan xwandina olzaniyê û ankû teolojîyê da kirin heta sale 1967'an. Di 13'ê berfanbara 1969'an de êdî weke serok û keşe karê xwe bi erkî kir û gelek axiftinên wî ku navaroka wan prr xort in kir. Êdî weke prefesorê teyolojiyê li zankoya û fakûlteya San Miguel ma. Ji salê 1980 heta 1986 jî weke dîrektoriya felsefê û teyolojiyê bo Colegio Máximo de San Miguel û fakûlteyên din kir.

Ji 21'ê sibate 2001'ê û pêde, bû kardînal û kardînalî ber destê Yûhenna Pawlos II kir. Bu kardînalî dêra San Roberto Bellarmino.

Li Arjantînê, wî temenek mazin bo dêrê avêt. Di bin rejîma leşkerî a Arjantînê de weke yekî xwegirtî ê muhafazakar ma. Bo xizan û hejaran kar kir, Bi vê yekê, di nava keşeyên ciwan û xalkê dêrê de baş tê nasîn û navê wî derket. Piştî 80 salîya ku Yûhenna Pawlos II ku mir u piştre, Bergogolio weke yek ji wan 115 kardînalan ku mafê wan ê hilbijartina papa heya hat hilbijartin di sale 2005'an de. Êdî ew weke nûmînêrê papa hat dîtin.

Di 13e adara 2013an weke papa hat hilbijartin li dewra Benedîkt XVI.

Keşetî[biguherîne]

Di 13'ê berfanbara 1969'an de xwedî erk bû weke yê rastkar û ankû "ordînert"[çavkanî pêwîst e]. Piştre karê xwe li San Miguel weke mamosteyê teolojiyê. Ji sale 1973'an heta sale 1979'an, li Arjantînê saziya teyolojikî û li gorî fermanên olî ku bi rêvebibê lê bicih kir. Ji sale 1980'î heta 1986'an, weke rektor li San Miguel. Piştre li Frankurtê di beşa Felsefe-teyolojiyê ya Hochschule Sankt Georgen xwand. Piştî karê kar û xwandina xwe ya li wir, hatxwastin li welêt û piştre ew jî vegerîya welêt û li wir bidest pêşengtîya xwe kir weke keşa.

Metrantî[biguherîne]

Di 20'ê gulana 1992'an de bû metran weke alîkarvan li Buenos Aires û Auca. Di 3'ê xizîrana 1997'an de di karê xwe gavekê pêş de çû û weke 'yê berdestê metranê' welêt derket li pêş li Buenos Aires. Di 28'ê sibata 1998'an, piştî metranê giştî çû ber dilovaniya xwe, êdî wî dewsa wî girt û li welêt bû metranê sereke û yê pêşî. Piştî Kardînal û metran Antonio Quarranccin, di heman salê de derket li pêş û hemû kar wî hilda ser milê xwe û bi rê ve bir. Û bû weke yê pêşî ku li ser "kursiyê ku dibin siha pîroz de li ser rûnişt" hat dîtin.

Kardînaltî[biguherîne]

Kardînal Jorge M. Bergoglio (2008)

Di 21'ê sibata 2001'ê e weke kardînal hat hilbijartin li berdestê Yûhena Pawlos II ji aliyê dêra San Roberto Bellarmine ve. Weke yê kurîya jî li Roma ku di bo agahîyan diçû û dihat bo papa kar kir. Karê kongresyon bo înstîtûtiyan û rastkirin, hevkarî û alîkarî, kongresyon bo xizmeta xwûdê, Kongresyonên bo keşeyan û ew komîsyona papa bo Amerîkaya Latînî, wî kir û karên wan bi rê ve bir.

Papatî[biguherîne]

Papa Fransîs ser balkonê Basilica di San Pietro li Vatîkanê (13.3.2013).

Di 13'ê adara 2013'an de di hilbijartina pêncem a ji aliyê kardînalan ve di roja duyemin de weke papa hat hilbijartin. Navê Fransîs hilda. Navê Fransîs, heta nûha weke navê pêşî ku ji aliyê yekî ji kitaya Amerika ve ku hat hilbijartin ve hat bikarhanîn a. Ji Gregor III ve heta nûha, weke yê ne ewropayî ya. Her wusa weke yekî ji tariqata Cizwiti care pêşî tê bijartin weke papa.

Di jîyane xwe de, hertimî xwest ku jiyaneka hesan bijî. Bo vê yekê, piştî ku bo piskopos û ankû metran jî, li qasra piskopostiyê cihekî hesan ji xwe re bijart û tê de jîya. Piştî ku hart bijartin jî jîyane li karkirinê bijart. Jêre lîmuzin û şifor jî hat tesis kiirn, lê wî red kir. xwarina xwe bixwe jî, wî bi destê xwe de çê dikir. Bi vî rengî, hertimî, weke yekî bawermend û ku duaya xwe dike, hat naskirin. Di nava xizanan de jîya û bi pirsgirêkên wan ve alakadar bû.

Piştî hilbijartinê re nîqaşên ku bi wî re dest pê kirin[biguherîne]

Çend gotûbêjên doktrîna civakî û exlaqî ya dêra katolîkan ku ji aliyê papayan ve hatine parastin ew bûn: li dijî zarokjiberbirina azad û ewtanaziyê; li dijî homoseksueliyê wekî hilbijartina azad û kesanî; li dijî lêkolînên ligel şaneyên bingehîn û girşî û bikaranîna kondoman wekî metoda kontrola zarokanînê.

Piştî ku papa Fransîs, hat hilbijartin, nîqaşên ku piştî roja ku ew hat hilbijartin di roja din de, li ser jiberkirina zarokan(Zarokjiberbirin), ankû abort, û zewaca hevzayendan û ankû homoseksuel[1] bû. Bi wê re, li ser muhafazakariya wî hat nîqaş kirin. Berî hilbijartina wî, nîqaşên ku li ser mezhebê katolik ku hebûn ku bi rengê "katolikiyê, xwe ji pêşketin û guharandinan re girtiye." Bi vî rengî, nîqaşên mihafazakariyê li ser katolikîyê re berî hilbijartina Fransîs dest pê kiribûn.

Lê li ser rewşa wî ya li Arjantînê re hebûn. Dihat gotin ku di dema rejima leşkerî de, ew şermazar nekir û di gelek aliyan ve bi wê re tevgerîya. Piştî bijartina wî weke papa, êdî nîqaşên li ser wî jî zêde bûn. Herî zêde, nîqaşên li ser guharandin û muhafazakariyê bi wî re û bi hilbijartina wî re bûn. Dihat gotin ku "pêwîstî, bi guharandinê û xwe nûkirinê di katolikitiyê de heye." Ji ber vê yekê jî, libendwarîyek bi wî re û bi hilbijartina wî re bû ku ew bibe bersiv ji van xwestekan re û pêşketinaka nû di katolikitiyê de bide kirin. Li Ewropa jî, katolikî, weke mezhebê ku xwe naguharêne ya. Di hin nîqaşan de jî tê gotin ku "li dijî xwe guhartinê ya." Mijarên ku tê gotin ku wê herî zêde dest bi avêje wan xizanî, guharîna di nava katolokiyê de û mijara abort, ankû jibergirtina zarokan a jinan a[1].

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b (norwêcî) Aftenposten (Rojnameya norwêcî): Pîsporên mijara papatiyê. Em ti şoreşan nebîn in (14.03.2013)

Girêdanên derve[biguherîne]