Here naverokê

Paqijkirina akademîker li Îranê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ji Protestoyên jibo Jîna Emînî şûnve, Komara Îslamiya Îranê gelek akademîker ji zaningehan paqij kir.[1][2][3]

Gelek akademikerên kurd ji vê paqijkirinê hatin bandorkirin, wek mînak endamê fakulteyê yê Behrûz Çemenare li Zanîngeha Kurdistanê - Sine. Behrûz Çemenare navdar bû ji xebatên xwe kurdolojiyî, û gelek lêkolîn çê kirin, bo nîmûnê "Xwenaskirin û navkirina zimanî di goranîya edebî de" (2023) û "Ferhengografiya kurdî" li "Pirtûkxaneya Oxfordê ya zimannasiya kurdî" (bi M. Chyet û Z. Naqişbendi ve).[4] Li sala 2023a ji faqulteyê hat qewitandin

Xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî, 2022

Xwepêşandanê li dijî kuştina Jîna Emînî, rêzeke ji xwepêşandan û bertekên sivîl ên berdewam ên li Îranê bû ku di 16ê îlona 2022an de, piştî mirina Jîna Emînî ya ku ji aliyê Pageriya Irşadê ve hatibû îşkencekirin, dest pê kiribûn. Jîna Emînî keçekê kurd bû ku bi hinceta ku xwepêçana wê sererast nîne, ji aliyê "polîsên exlaqê" Îslamî ya Îranê ve hatibû desteserkirin. Piştî desteserkirin wê li gorî kesên ku bi Jîna re li navenda polêsan bûne Jîna Emînî jiber derbên lêdanê ku li serê wê dikeve piştî demekê serê wê lê digere. Piştî alîkarî xwestin a Jîna ji peywirdarê navenda polêsên exlaqê, di cih de dikeve. Di êvara 13 îlona sala 2022an de, dema ku Jîna Emînî li qereqola polîsan dikeve erdê, sewqê Nexweşxaneya Kasra ya li Tehranê hatiye kirin. Di 19ê îlona sala 2022an de Jîna Emînî ji ber xwînrijîna mejî li Nexweşxaneya Kasrayê jiyana xwe ji dest daye. Mirina Jîna li Kurdistanê, Îranê û li gelek welatên cîhanê bûye sedema xwepêşandanên girseyî yên mezin ku bi rojan berdewam kiriye.[5]

Gelek akademîkerê ji ber kuştina Emîniyê Komara Îslamiya Îranê rexne kir. Ji ber vê, dewletê Îranê êdin pirê akademîkeran sûcdar kirin û got ku evan halên bêaramî çê kirin, kalîteya xwe neçê kir û ûniversîtê bi alîgiriya sîyasî qirêj kir.[3] Hin akademîker bersûc bûn ku endamê PJAKê ne.[6]

Zanîngeha Tehranê: gelek profesorên girîng ji vir hatin derxistin.

Li destpêka tebaxê sala 2023a 157 profesor hatin qewitandin ji ber lêkolînên xwe li navberê salên 2006-2023an. Ji wê şinve li meha tebaxê sala 2023a, tewrî kêm 52 profesor din hatin qewitandin.[1] Çendîn wana profesorên kurd bûn.[6]

Wek mînak Behrûz Çemenare, ew mecbû bûye ku xwe raguhêze, û niha li Almanî dimîne.[4]

Profesorekê navdar û îranî, profesorê bîoînformatîkî û zîrekiya çêkirî, Elî Şerifî Zarçî, jî hat qewitandin ji ûniversiteyekê teknîkî yê tewrî mezin li Îranê, Zanîngeha Teknîkî ya Şerîfê.[3]

Pêbaweriya vekolînên îranî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her wiha li Îranê di demên berê de jî mînakên paqijkirinên akademîk hene.[7] Ji ber ku ev ya dawî mînakek din a paqijkirineke akademîk e, pêbaweriya lêkolînên ku li zanîngehên Îranê têne kirin ketiye bin gumanan.[8]

Îran xwediyê rêjeya herî bilind a weşanên vekişandî ye, bi 15.52 vekişandinan ji her 10,000 weşanan. Di sala 2023an de, di medyayê de hate ragihandin ku welat di rêjeyên vekişandinê de di nav welatên pêşeng de ye. Xerabiyên hevpar pêvajoyên nirxandina sexte, plagîarîzm û çêkirina daneyan dihewîne. Daneyên ji Retraction Watch Leaderboard destnîşan dikin ku du kes di nav 32 kesên ku herî zêde gotarên vekişandî hene de li Îranê ne.[9]

Mijarên tekîldar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]