Parêv
Parêv an jî biryan xwarineke bigoşt ê pêjgeha kurd, ji herema Botanê ye.
Dîrok û bingeha parêvê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji ber ku ev xwarin demeke gelekî dirêj e tê çêkirin û xwarin, kesek nizane kengê û çawa hatiye çêkirin. Lê hê di dema Mîrekên Botan de, li herêma Botan di dawet û şahiyan de gelek pez dihatin serjêkirin û ji bo parêvê dihat amadekirin. Di wê demê de li tenûrên biçûk de dihat çêkirin û ji bo mêvanên dawetê dihat pehtin. Niha jî ev xwarin li herêma Botan tê çêkirin. Ji ber vê yekê jî gelek kes dibêjin ev xwarin di dema Mîrekan de û ji bav û kalên Botan ve hatiye çêkirin û xwe gihandiye heya dema me.
Çawa tê çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Beriya rojekî goştê ji cem qesab hatiyî amadekirin, tînin li çengelan ve dialiqînin û spehî dişon. Paşê wî goştî dihêlin heta sibê da goşt piçekî rehet bibe. Nîvê şevê saet duduyan de tên tenûrê bi darên hişkbuyî pê dixin. Heta ew agir dibe pêlux, heger tenûr zehf germ bûbe, qederê deh deqîqan disekinin heya tenûr piçekî sar dibe. Dema tenûr sar bî pêşî goştên hestî ku di nava taxar (qazaneke mezin) de ye û hinekî av jî ber didin ser taxar û paşê taxar têxin nava tenûrê, paşê jî goştê bê hestî ku çengelan ve daliqandiye dadihelînin nava tenûrê. Paşê qapaxa tenûrê datînin ser, derdora qapaxê jî pê heriyê ji xwelî hatî çêkirin derdora qapaxê têxistin da ku tenûr hewa nastîne.
Li gorî goşt êdî ka goştê berxan be, an jî goştekî bi dohn be li gorî wî goştê nazik dihêlin nava tenûrê. Her goşt nabe parêv, divê goştê berxa be û goştê herî spehî be. Zivistanê wextê payizê paşî goştê hevûriyên xesî tê çêkirin. Ew goşt êdî spehîtir çêdibe. Ji bilî pezê hevûriyan ji van jî tê çêkirin. Zivistanê berx tunin, ji kaviran çêdikin. Payîza paşide ji gîskan jî tê çêkirin.
Çawa dipije
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sadiq Usta, hostayekî parêvê wisa dibêje: “Wextê me tenûr berdayê û taxara xwe xist xwarê goştê xwe em dadihelînin nava tenûrê û qapaxa tenûrê em digrin. Dimîne herî kirina wî yanî xweliya wî. Heriya ji axê li ser qapaxê wê çênabê divê illeh ji heriya xwelîbe. Ne xwelî be heriya ji ax dişeqite lê xwelî dema zuwa dibe wekî tehtê lê tê û ji tu derî hewa nastîne. Ew goştê di nava tenûrê de ji berk u hewa nastîne di nava wê germiyê de dibeece û dipije.”
Taybetmendiyên tenûrê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tenûra parêvê sê mêtro kûr e, mêtroyek jî fireh e, ji tu deveran ve nefes nastîne. Wekî nefes bistîne goşt tê de baş napije derdora tenûrê tev xwê ye û ji xwê hatiye çêkirin. Dema tenûr çêdikin derdora wê tije xwê dikin. Dema ew xwê hişk dibe, wekî tehtê lê tê û ji tû deveran ve nefes nastîne.
Eger tenûr nefes bistîne, wî çaxî goşt baş napije û tu germahî nade goşt, ji ber ku ew bi hêlma di hûndirê tenûrê de bela vela bibûya. Li her derê wê tê girtin ji tu deveran nefes nastîne û ew goştê di hundirê tenûrê de dibeece. Tama goşt tu deveran ve naçe, tama goştê dîsa di nava xwe de dimîne. Lezeta goşt dernakeve ji derveyê tenûrê, lezeta goşt çi hebe dimîne nava goşt de. Dema em qapaxê tenûrê vedikin gelekî hêlm li ser tenûrê derdikeve.
Parêv bi tenê sibeha û nîvro ya tê xwarin. Ji ber ku xwarinek giran e, bi şevan mirov pê rehet nabe û ji bo vê yekê jî ev xwarin bi şevan nayê xwarin. Parêv bi kîloyan tê firotin, sed gram goşt an jî parêv têra neferek dike. Ji xwe bi tenê sibeha û nîvroya tê serwîskirin û firotin. Li ber xwarinê re dew, salata tirşî û îsot jî tê xwarin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Sadiq Usta, hostayê parêvê.