Parîs

Disambig grey.svg Ji bo maneyên din, li Parîs (cudakirin) binêre.
Parîs
Paris Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta Fransayê
Paris Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paris - Eiffelturm und Marsfeld2.jpg
Dîmenek ji Birca Eyfelê
Flag of Paris with coat of arms.svg
Ala
Grandes Armes de Paris.svg
Mertal
Bernavk:
The City of Light Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirûşm: Fluctuat nec mergitur (Tossed by the waves but never sunk) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Parîs li ser nexşeyê
Parîs li ser nexşeya Fransa nîşan dide
Parîs
Parîs
Koordînat: 48°51'25"Bk, 2°21'5"Rh
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dûgel Fransa
Beşa îdarî
  • Seine (1790–1968)
  • Grand Paris (2016–)
  • Île-de-France (1976–2016)
  • Keyaniya Fransayê (–1790) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Fransa
  • Île-de-France
  • Keyaniya Fransayê
  • Second French Empire
  • Neustria
  • Bourbon Restoration
  • Metropolitan France
  • Seine
  • Grand Paris
  • French Fourth Republic
  • French Second Republic
  • Paris Commune
  • Francia
  • French First Republic
  • zone de défense et de sécurité de Paris
  • French colonial empire Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnêSedsala 3an b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêvebir
 • ŞaredarAnne Hidalgo (Socialist Party, 2014–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 105,4 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
28 ±1 metre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
2.165.423 (2019) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DemUTC+1 (dema standard), UTC+2 (Demjimêra havînê)
Koda telefonê1
Nîşana wesayîtê75
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Parîs, paytext û bajarê herî qerebalixê Fransayê ye û di heman demê de paytexta herêma Île-de-France ye. Parîs yek ji bajarên herî mezin ên parzemîna Ewropayê ye. Li gorî hêjmartina sala 2009an 12.161.542 kes li Parîsê jiyan dikin.[1]

Parîs di Yekîtiya Ewropayê de bajarê herî zêde ye ku kes lê dijîn. Li Ewropayê piştî Moskowayê (bi Londonê re) bajarê dûyem e û di cîhanê de di nav 20 metropolên herî mezin de ye. Parîs di cîhanê de bi navê Bajarê Ronahiyê (la Ville Lumière) tê naskirin[2], navendeke tûrîstan e. Ji sedsala 17an vir ve bajar yek ji navendên sereke yên aborî, dîplomasî, bazirganî, moda, gastronomî, zanist û hunerê ye û carinan wekî paytexta cîhanê tê binavkirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Niştecihên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parîsî, bin-eşîrek ji senonên keltî ye di dora nîvê sedsala 3em a berî zayînê li herêma Parîsê jiyan kirine.[3] Yek ji rêyên bazirganiyê yên bakur-başûr ên herêmê Seine li ser île de la Cité derbas bû; ev cihê kombûna rêyên bazirganiya bejahî û avê gav bi gav bû navendeke girîng a bazirganiyê. Parîsiyan bi gelek bajarên çeman re (hinek bi qasî nîvgirava Îberyayê dûr) bazirganiyê dikirin û ji bo vê mebestê pereyên xwe derdixistin.

Romayiyan di sala 52ê berî zayînê de Hewzeya Parîsê zeft kirin û dest bi rûniştina xwe li aliyê çepê ya Parîsê kirin. Bajarê Romayê bi koka xwe navê wî Lutetia bû (bi tevahî, Lutetia Parisiorum, "Lutetia of the Parisi", bi fransiya nûjen Lutèce). Bajêr bi forum, hemam, perestgeh, şano û amfiyê xwe dibe bajarekî dewlemend.

Di dawiya Împaratoriya Romaya Rojava de, bajarok wekî Parisius, navek latînî ye ku paşê bi fransî bûye Parîs, dihate zanîn.

Sedsala 18an û 19an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nifûsa Parîsê ji 400.000 kesê di sala 1640an de gihîşt 650.000 kesê. Dema ku taxa çîna karker a Faubourg Saint-Antoine li devera rojhilatê bajêr her ku diçe bi karkerên koçber ên ji herêmên din ên Fransayê ne qelebalix dibû, bûlvara nû ya Champs-Élysées, ji rojava heta Étoile dirêj bû.

Parîs bû navenda vedana çalakiya felsefî û zanistî ku wekî Serdema Ronahî tê zanîn. Diderot û d'Alembert di sala 1751ê de ensîklopediya xwe weşandin û Birayên Montgolfier di 21ê çiriya paşîn a sala 1783an de, ji bexçeyên Chateau de la Muette, yekem firîna mirovî bi balonek hewayê germ da dest pê kirin.

Di havîna sala 1789an de Parîs bû qada navendî ya Şoreşa Fransayê. Di 14ê tîrmehê de, girseyek qerebalix cebilxaneya li Invalidesê desteser kirin. Bi vî desteserkirina cebilxaneyê bi hezaran çek bi dest xistin û avêtin ser Bastille ku sembola desthilatdariya padîşahiyê bû. Yekemîn Komuna Parîsê ya serbixwe yan jî meclîsa bajêr, li Hôtel de Ville civîna xwe pêk anî û di 15ê tîrmehê de astronom Jean Sylvain Bailly wekî şaredar hilbijart.[4]

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parîs li bakurê navendî ya Fransayê ye ku di nav kelekek bakur-bendî ya çemê Seine de ye ku qeşa wî du giravên Île Saint-Louis û mezintirîn Île de la Cité dihewîne ku beşa herî kevn a bajêr pêk tîne. Devê çemê li ser qenala Îngilîzî (La Manche) ku bi qasî 375 km ji bajêr dûr e. Bajêr di roja îro de li her du peravên çem bi awayekî berfireh belav bûye. Bi tevayî, bajar deşte û xala herî jêrîn 35 mêtre ji asta deryayê bilindtir e. Li Parîsê çend girên navdar hene. Gira herî bilind Gira Montmartre ye ku bi bilindahiya 130 mêtreyê bilind e.[5]

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parîs xwedan avhewayê okyanûsa Ewropaya Rojavayî ya tîpîk e ku ji aliyê Hêza Atlantîka Bakur ve tê bi bandor kirin. Li seranserê salê hewaya giştî nerm e û xwediyê hewakî bi baranî ye. Rojên havînê bi gelemperî germ û xweş in û germahiya navînî di navbera 15 û 25°C yê de ye. Lêbelê, her sal çend roj hene ku germahî heta 32 °C yê bilind dibe.[6] Demên dirêjtir ên germa dijwar carinan carinan wekê pêla germê ya sala 2003an dema ku germahî bi hefteyan ji 30 °Cyê derbas bibû di hinek rojan de germahî gihîşt 40 °Cyê û hinek caran jî bi şev sar dibe.[7]

Cihên tûrîstîk ên li Parîsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. (fransî)Aire urbaine, agahiya serjimara Parîsê Girêdana arşîvê 2012-07-07 li ser Wayback Machine
  2. "English Version of "Presentation of the City"". Ji orîjînalê di 6 adar 2009 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 22 sibat 2013.
  3. "Les premiers habitants de l'Europe d'après les écrivains de l'antiquité et ... - Henry Arbois de Jubainville, Georges Dottin - Google Books". web.archive.org. 1 kanûna paşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 1 kanûna paşîn 2016. Roja wergirtinê: 25 hezîran 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  4. Paine, R.T. (1 hezîran 1998). "F-Element ion chelation in highly basic media. 1998 annual progress report". {{cite journal}}: Cite journal requires |journal= (alîkarî)
  5. "Paris Driections - Ruth Blackmore, James McConnachie - Google Books". web.archive.org. 1 kanûna paşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 1 kanûna paşîn 2016. Roja wergirtinê: 25 hezîran 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  6. Delcayre, Franck; Gondrand, Cecile; Drevard, Luc; Durand, Fabien; Marot, Gerard (2012). "Recent developments on [[Air Liquide]] advanced technologies turbines". AIP Conference Proceedings. AIP. doi:10.1063/1.4706995. {{cite journal}}: URL–wikilink conflict (alîkarî)
  7. "Drought and Heat Waves: A Practical Survival Guide - Natalie Goldstein - Google Books". web.archive.org. 1 kanûna paşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 1 kanûna paşîn 2016. Roja wergirtinê: 26 hezîran 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)

Girêdanen derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]