Parka Neteweyî ya Kanyona Mezin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pezkoviya Kanadayî li Zixura Mezin
Çemê Kolorado – kêmzêde 100 m biber e.

Parka Neteweyî ya Kanyona Mezin (bi îngilîzî: Grand Canyon National Park) parkeke neteweyî ya federedewleta Arîzonayê ( DYA) ye.

Dirêjiya kanyonê 466 km ye. Berayiya wê 400-2.400 m ye. Kûraniya zixurê digihê heya 1.600 metreyê. Cara pêşîn sala 1540 ji aliyê García López de Cárdenas ê spanî ve hatiye vedîtin.

Cara yekem sala 1869 li kanyonê lêkolînên zanistî hatine kirin. Helbet kanyon ji aliyê çermesoran ve dihate zanîn û li wir cihwar bûn.

Kanyon nuwazeyeke bêhempa ya erdxanê ye û salê nêzîkê 5 milyon tûrîst serdana wê dikin.