Here naverokê

Parka Neteweyî ya Yellowstonê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dîmenek ji Parka Neteweyî ya Yellowstonê.

Parka Neteweyî ya Yellowstonê parkek neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye ku li quncikê bakurê rojavayê girava Wyomingê ye û beşên piçûk ên parkê heta Montana û Idahoyê dirêj dibin. Parka Yellowstonê ji aliyê Kongreya 42an a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve bi rêya Qanûna Parastina Parka Neteweyî ya Yellowstonê hatiye damezrandin û di 1ê adara sala 1872an de bi îmzeya serok Ulysses S. Grant ve bi awayekî fermî hetiye îmzekirin.[1][2][3] Yellowstone parka neteweyî ya yekem ê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye û di heman demê de yekem parka neteweyî ya cîhanê ye ku hatiye ragihandin.[4] Park bi jiyana xwe ya kovî û gelek taybetmendiyên xwe yên jeotermal, bi taybetî geyzera Old Faithful ku yek ji wan ên herî populer e tê naskirin.[5] Her çend park gelek cureyên biyoman temsîl bike jî, rûyê şînahî ya parkê herî zêde daristanên ekosîstema çiyayî pêk tê ku park beşek ji ekoherêma Daristanên Kevirî yên Başûrê Navendî pêk tîne.

Her çiqas xwemalî yên amerîkî herî kêm 11.000 sal in li herêma Yellowstone dijîn jî ji xeynî serdanên kesên çiyayî yên di destpêka sedsala 19an û di nîvê sedsalê de, kifşkirina rêxistinkirî ya parkê heta dawiya salên 1860î dest pê nekiriye.[6] Birêvebirin û kontrola parkê di destpêkê de di bin desthilata Wezareta Karên Hundir a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de bû û yekem sekreterê karên hundir ê ku çavdêriya parkê dikir Columbus Delano bû. Lêbelê Artêşa Dewletên Yekbûyî di dawiyê de ji bo çavdêriya rêveberiya Yellowstone ji bo 30 salan di navbera 1886 û 1916an de hatibû erkdarkirin. Di sala 1917an de, rêveberiya parkê hate ji bo Xizmeta Parka Neteweyî ku salek berê hatibû damezrandin hatiye veguhastin.[7] Bi sedan avahî hatine çêkirin û ji ber girîngiya mîmarî û dîrokî têne parastin û lêkolîneran zêdetirî hezar deverên arkeolojîk ên xwemalî lêkolîn kirine.

  1. ^ "Yellowstone, the First National Park | Articles and Essays | Mapping the National Parks | Digital Collections | Library of Congress". Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2025.
  2. ^ "About this Collection | United States Statutes at Large | Digital Collections | Library of Congress". Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2025.
  3. ^ "Act Establishing Yellowstone National Park (1872)". National Archives (bi îngilîzî). 8 îlon 2021. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2025.
  4. ^ "UNESCO - MAB Biosphere Reserves Directory". www.unesco.org. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2025.
  5. ^ Park, Mailing Address: PO Box 168 Yellowstone National; Us, WY 82190-0168 Phone: 307-344-7381 Contact. "Park Facts - Yellowstone National Park (U.S. National Park Service)". www.nps.gov (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2025.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  6. ^ "History & Culture - Yellowstone National Park". www.nps.gov (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2025.
  7. ^ "Records of the National Park Service [NPS]". www.archives.gov. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2025.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]