Parka neteweyî ya Çiyayên Rwenzoriyê
Parka neteweyî ya Çiyayên Rwenzoriyê
| |
|---|---|
| |
| 0°24′Bk 29°57′Rh / 0.4°Bk 29.95°Rh | |
| Dewlet | Ûganda |
| Li beşa îdarî | |
| Dema avabûnê | |
| Rûerd | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Parka neteweyî ya Çiyayên Rwenzoriyê parkeke neteweyî ya Ûgandayê ye û Kelepûra Cîhanê ya UNESCOyê ye ku li Çiyayên Rwenzoriyê ye. Berfirehiya qada parkê bi qasî 1.000 km² mezin e. Çiyayên Rwenzoriyê sêyem lûtkeya çiyayê herî bilind ê Afrîkayê ye ku li qadê gelek av, gol û qeşa hene. Park bi xwezaya xweya nebatî ya xweşik tê zanîn.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Parka neteweyî ya Çiyayên Rwenzoriyê di 1991ê de hatiye avakirin. Di sala 1994an de ji ber bedewiya xwezayî ya bêhempa beşdarî lîsteya Kelepûra Cîhanê ya UNESCOyê bûye.[1][2]
Milîsên serhildêr Çiyayên Rwenzorî ji sala 1997an heta hezîrana sala 2001ê dagir kirine.[1]
Park di navbera salên 1999 û 2004an de ji ber bêewlehî û kêmbûna çavkaniyên parkê di Lîsteya Kelepûra Cihanê ya di lîsteya Xeterenk a UNESCOyê de hatibû nivîsandin.[3][4]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Parka neteweyî ya Çiyayên Rwenzoriyê li başûrê rojavayê Ûgandayê li aliyê rojhilatê newala riftê ya rojavayî (Albertîn) ye. Parka neteweyî li ser sinorê Ûgandayê û Komara Demokratîk a Kongoyê ye û li kêleka Parka neteweyî ya Virungayê ya KDK ye ku di heman demê de cihek ev park jî Kelepora Cîhanê ya UNESCOyê ye.[1]
Park li navçeyên Bundibugyo, Kabarole û Kasese ye ku 25 kîlomêtre nêzîkê bajarê piçûk ê Kasese ye.[1] Qada parkê 996 kîlomêtre çargoşe ye ku ji sedî 70 ji qadê bi bilindahiya 2.500 mêtre ji asta deryayê bilind e.[2] Dirêjahiya qada parkê 120 kîlomêtre dirêj û berfirehiya qada parkê 48 kîlomêtre berfireh e.[5]
Wêne
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Gola Kitandra
-
Çiyayê Speke
-
Scadoxus cyrtanthiflorus (nebata çandî)
-
Dendrosenecio adnivalis (Asteraceae)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c d "UNEP-WCMC Protected Areas Programme - Rwenzori Mountains National Park". web.archive.org. 10 gulan 2008. Ji orîjînalê di 10 gulan 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 nîsan 2025.
- ^ a b Williams, Lizzie (2005). Africa overland. Cape Town: Struik. ISBN 978-1-77007-187-2. OCLC 62335739.
- ^ ""History - List in Danger"". whc.unesco.org. Roja gihiştinê 14 nîsan 2025.
- ^ ""Angkor Among the three Properties Removed from Unesco's List of World Heritage in Danger"". whc.unesco.org. Roja gihiştinê 14 nîsan 2025.
- ^ ""Rwenzori Mountains National Park"". whc.unesco.org. Roja gihiştinê 14 nîsan 2025.