Here naverokê

Parka neteweyî ya Virungayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Parka neteweyî ya Virungayê
Parc national des Virunga Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Parka neteweyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
0°30′Bş 29°30′Rh / 0.5°Bş 29.5°Rh / -0.5; 29.5
DewletKomara Demokratîk a Kongoyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • North Kivu
  • Orientale Province Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêker
  • Albert I of Belgium Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1925 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
  • 7900 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malpervirunga.org Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Parka neteweyî ya Virungayê parkek neteweyî yê li ser newala Qelşa Albertînê ye ku li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê ye. Parka neteweyî di sala 1925an de hatiye avakirin. Bilindahîya parkê ji 680 mêtre ya li geliyê Çemê Semlikiyê heya 5.109 mêtre bilindahîya li Çiyayên Rwenzoriyê diguhere. Parka neteweyî ji aliyê bakur ber bi başûr ew bi qasî 300 km dirêj dibe ku bi giranî li ser sinorên navneteweyî Uganda û Rwanda cih digire. Park qadeke 8.090 rûerd vedigire.

Du volkanên çalak ên Çiyayê Nyiragongoyê û Çîyayê Nyamuragirayê di nav qada parkê de cih digirin. Li parkê cûrbecûr qadên jiyanê û qada jiyana ajalên kovî hene. Zêdetirî 3.000 cureyên faunal û flora hatine tomar kirin ku ji wan zêdetirî 300 cure ji bo cureyên endemîk ên Gelîyê Albertineyê ku di nav de wan de gorilla (Gorilla beringei) û meymûnê zêrîn (Cercopithecus kandti) hene.

Di sala 1979an de parka neteweyî ji ber cihêrengiya xweya dewlemend a jîngehê, cihêrengiya biyolojîkî û endemîk û parastina jîngeha gorîllayên çiyayî yên ku hindik mane, di lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê cih girtiye.[1]

Ji sala 1994an û vir ve ji ber aloziyên sivîl û zêdebûna hebûna mirovan ê li herêmê, hinek cureyên ajalên parkê di lîsteya mîrateyên cîhanê ku di bin xetereyê de ne de cih digire.[2]

Li parkê çend êrîşên kujer ên ku ji aliyê komên serhildêr ve hatine pêkanîn de gelek parêzvanên parkê hatine kuştin.

Parka neteweyî ya Virungayê li hewzeya Çemê Nîlê ya li Kongoyê cih digire. Deverê parkê ya bakur beşek ji Çemê Semlîlkiyê û her weha daristana savanna û deverên çiyayî ya Gelîyê Albertineyê vedigire. Bilindahîya parkê ji 680 mêtre ya li geliyê Çemê Puemba heya lûtkeya herî bilind a Çiyayê Stanleyê ku digihîje bilindahîya 5.109 mêtre diguhere. Qada navendî ya parka neteweyî heya ku digihîje sinorê navneteweyî ya bi Ugandayê re bi qasî ji sê parê Gola Edwardê du par vedigire. Korîdorek teng ê bi qasî firehîya 3–5 kîlometreyê li ser peravê rojavayê golê beşên bakur û başûr ên parka neteweyî bi hev ve girêdide. Qada başûr heya peravên Gola Kivuyê dirêj dibe û volkanên Nyamulagira, Nyiragongo û Mikeno bi daristanên çiyayî yên li berpalên wan vedigire.

Deverê bakur a parkê bi parka Semulîkî ya Ûgandayê, Parka neteweyî ya Çiyayê Rwenzoriyê û bi deverên navendî bi Parka neteweyî ya Queen Elizabeth re sinor e. Deverên başûr jî bi Parka neteweyî ya Volkanên Rwandayê re sinor e.

  1. ^ "unesco.org/en/list". whc.unesco.org. Roja gihiştinê 19 nîsan 2025.
  2. ^ Plumptre, Andrew J.; Davenport, Tim R. B.; Behangana, Mathias; Kityo, Robert; Eilu, Gerald; Ssegawa, Paul; Ewango, Corneille; Meirte, Danny; Kahindo, Charles; Herremans, Marc; Peterhans, Julian Kerbis; Pilgrim, John D.; Wilson, Malcolm; Languy, Marc; Moyer, David (1 kanûna paşîn 2007). "The biodiversity of the Albertine Rift". Biological Conservation. Conservation in Areas of High Population Density in Sub-Saharan Africa. 134 (2): 178–194. doi:10.1016/j.biocon.2006.08.021. ISSN 0006-3207.