Parsû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Parsûyên mirov hat beralîkirin)
Parsû hestiyên bingehîn in ji bo qefasa sîngê

Parsû an jî perasû (bi îngilîzî: rib), hestiyên sereke yên qefesa sîngê ne.

Parsû hestiyên dirêj ên bi şeweyê kevaneyî û pan in[1]. Parsû li aliyê paşîya qefesa sîngê, ji herdu aliyên birrbirreyên sîngê ber bi pêşiyê, heta hestiyê sîngê dirêj dibin. Ango dîwarê qefesa sîngê bi eslê xwe bi beşdariya hestiyên parsû pêk tê[2]. Parsû kelêna singê (singekelên) ava dike. Kêlena singê jî pişik, dil, borrrihewa, soriçik û piraniya kezebê diparêze. Hemû mirov, mêr û jin xwediyê 12 cot parsûyan e[1]. Hemû cotên parsûyan li aliyê piştê, rasterast bi birrbirreyên sîngê ve girêdayî ne[3].

Polenkirina parsûyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hemû mirov; mêr û jin xwediyê 12 cot parsûyan e.

Parsû li gor birrbireyên sîngê tên navkirin. Ango parsû bi kîjan birrbirreyê ve girêdayî be navê vî hestiyê digire. Serê parsûyan li aliyê paşiyê sîngê de bi birrbirreyên singê yên T1- T12 yan ve girêdayî ne. Ango cota parsûya yekem bi birrbirreya sîngê ya yekem (T1) ve, cota duyem bi birrbirreya duyem (T2) ve,......cota parsûya 12mîn jî bi bi birbirreya 12mîn (T12) ve girêdayî ye. Piraniya parsûyan li aliyê pêşiya sîngê de bi navbeynkariya kirkirkên parsû, bi hestiyê sîngê ve girêdayî ne[2].

7 cot parsûyên mirov, wekî parsûyên rasteqîn, 5 cotên parsûyan jî wekî zirparsû tên navkirin[4]. Her yek ji parsûyên rasteqîn bi navbeynkariya kirkirkên parsûyê, rasterst bi hestiyê sîngê ve girêdayî ne.

Sê cotên zirparsû (parsûyên 8.,9.,û 10.) pêşî bi kirkirkê parsûya 7em ve girêdan ava dikin, paşê bi navbeynkariya kirkirka parsûya 7emîn hersê parsû bi hestiyê sîngê ve tên girêdan, ango sê coten zirparsû yek bi yek, rasterast bi hestiyê sîngê ve girê nabin[1].

Du cotên zirparsû bi hestiyê sîngê ve girêdayî nîn in, loma wekî parsûyên serbest tên navkirin[4].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  2. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  3. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.