Here naverokê

Pepûk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cuculus canorus canorus + Acrocephalus arundinaceus
Cuculus canorus bangsi + Phoenicurus moussieri

Pepûk an Teyrê pepûkê (navê zanistî ya latînî: Cuculus canorus), yek cureyên balindeyên Kurdistanê ye ku bi çîroka xwe di mîtolojiya kurdî de navdar e. Pepûk yek ji cureyên teyrên koçberên havînê ya berbelav e ku di mehên havînan de li Ewropa, Kurdistan û li Asyayê belav dibe û di mehên zivistanê de jî derbasê herêmên germ ên Afrîkayê dibin. Cure parazîtekî hêlînan e ku di hêlînên cureyên çûkan ên din de, bi taybetî hêlînên çûkên zozanan, hêlînên çûkên mêrgî û hêlînên çûkên qamîşî de hêkan dike ku bi vê awayê awayê cûcikên xwe bi çûkên din dide xwedîkirin. Her çiqas hêkên wê ji çûkên malavan mezintir bin jî, hêkên her cureyên hêlîna malavanan dişibin hêkên Pepûkê.

Jiyan û demografî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çiqas di demên dawî de hatiye dîtin ku nifûsa Pepûkê kêm dibe jî lê ji aliyê Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê ve cûre wekê yek ji cûreyên e ku hebûna di bin xetereyê nîne. Tê texmîn kirin ku hêjmara cureyê di navbera 25 milyon û 100 milyon teyran de li çaraliyê cîhanê ye ku ji wan 12.6 milyon û 25.8 milyon li Ewropayê dijîn.[1] Hêjmareke girîng ên teyrê Pepûkê li herêmên bilind ên Bakurê Kurdistanê dijîn. Jiyana herî dirêj a tomarkirî ya Pepûkê li Keyaniya Yekbûyî hatiye tomarkirin ku Pepûk 6 sal, 11 meh û 2 roj jiyan kiriye.[2]

Bejna Pepûkê ji nikulê heya poçikê 32-34 santîmetre dirêj dibe. Poçika Pepûkê di navbera 13-15 santîmetre dirêj dibe û dirêjahiya baskên Pepûkê di navbera 55-60 santîmetreyan de ye. Pepûk xwedî gewdeyeke gewr, zirav û poçikeke dirêj e.

Li çolan, daristanan û li zilên nêzî çiravan dijî. Bi kêzik û maşotan xwe xwedî dike. Car carinan maran,[çavkanî hewce ye] mişkan [çavkanî hewce ye] û marmarok û gumgumokan jî dixwun.

Ew bixwe hêlînê çênake. Hêkên xwe bi granî datîne hêlînên fîkarên biçûk yên wek bilbil û çûkên zilek. Ev çûk, wek hêka xwe li hêka pepûkê dinerin û çêçika ji hêkê derdikeve jî wek çêçika xwe xwedî dikin. Karê pepûkê di vir de tenê car carinan xewlekirina hêlînê û hêkê ye.

  1. ^ IUCN (1 çiriya pêşîn 2016). "Cuculus canorus: BirdLife International: The IUCN Red List of Threatened Species 2019: e.T22683873A155496731". Cuculus canorus (bi îngilîzî). doi:10.2305/iucn.uk.2016-3.rlts.t22683873a155496731.en.
  2. ^ "BTO BirdFacts | Cuckoo". blx1.bto.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 sibat 2025.