Perdeyên derveyî embriyoyê
Perdeyên derveyî embriyoyê (bi înglîzî: extraembryonic membranes), navê gelemperî ye ji bo çar perdeyên ko kar dikin bo dabînkirina xurek, parastin û destekkirina peresîna embriyoyên xişok, balînde û memikdaran.[1]
Ji ber ko evan perdeyan di qonaxa embriyoyî de li aliyê derveyî embriyoyê de tên çêkirin, wekî perdeyên derveyî embriyoyê tên navkirin. Hin caran bi kurtî wekî “perdeyên embriyoyî” (bi înglîzî: embriyonic membranes) jî tên navkirin. Perdeyên derveyî embriyoyê hebûna xwe di qonaxa korpeleyî de didomînin, loma wekî perdeyên korpeleyê (bi înglîzî: fetal membranes) jî tên navkirin. geşebûn û peresîna embriyo û korpeleya mirov di malzarokê de rû dide, loma erkên perdeyên derveyî embriyoyê yên mirov (memikdar) û ajalên din ên wekî masî, xişok û balînde ne heman e.[2]
Çar perdeyên embriyoyî heye;
tûrikê zerikê (bi înglîzî: yolk sac) ,
perdeya seravê (bi înglîzî: amnion),
perdeya koriyonî (bi înglîzî: chorion)
û perdeya elentoyîs (bi înglîzî: allantois).
Perdeyên embriyoyî di hefteya duyem a peresînê de, piştî çeqînê peyda dibin û di qonaxa embriyoyî û qonaxa korpeleyî de perisîna perdeyan didome.[3]
Tûrikê zerikê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Tûrikê zerikê
Perdeya zerikê ji çîna hîpoblast çêdibe û bi şêweyî tûrik e, loma wekî tûrikê zerikê tê navkirin. Tûrikê zerikê xişok, balînde û hin memikdaran ji bo xwedikirina embriyoyê zerik embar dike. Geşebûn û peresîna embriyo û korpeleya mirov di malzaroka dayikê de çêdibe. Xurek û madeyên pêwîst ji xwîna dayikê tê dabînkirin, loma di tûrikê zerikê embriyoya mirov de zerik nayê embar kirin.[3] Bo embriyoya mirov, erkê bingehîn ê tûrikê zerikê, berhemkirina xaneyên xwînê ye. Xaneyên xwînê yên pêşîn di tûrikê zerikê de tên çêkirin.[4] Herwisa xaneyên pêşeng ên hêkexane û spermê jî di tûrikê zerikê de tên çêkirin.[1]
Perdeya seravê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Perdeya seravê
Perdeya seravê tûrikek perdeyî ye, embriyo û korpeleyê dipiçe û diparêze. Embriyoyên xişok, balînde û memikdaran di nav şileyek de diperisin, navê vê şileyê şileya seravê ye (bi înglîzî: amniotic fluid). Şileya seravê di nav tûrik de ye, ji vî tûrikê re dibêjin tûrikê seravê (bi înglîzî: amniotic sac). Tûrikê seravê ji perdeya seravê pêk tê.[5]
Perdeya seravê ji çîna epîblast a xepleya embriyoyî (bi înglîzî: embryonic disc) li dawiya hefteya duyemîn a peresînê de peyda dibe.[6]
Şileya seravê şileyek ron û zelal e, destek dide embriyoyê, embriyoyê ji derbeyan diparêze û rê li ber ziwabûna embriyoyê digire.[7] Embriyo û korpele di nav şileya seravê de bi awayekî serbest dilivin, bi vî awayî peresîna masûlkeyan hêsantir dibe. Ji bo geşebûn û peresînê divê germahiya laşê embriyo û korpeleyê di asta asayî de bimîne. Gava li hawirdora embriyoyê guherîna germahiyê rû dide, şileya seravê rê nade ko germahiya embriyoyê bilez biguhere, nahêle embriyo ji nişka ve germ bibe an jî sar bibe.[8]
Elentoyîs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dema peresîna embriyoyê de, elentoyîs beşek ji coga herisê ye ko ber bi derveyî embriyo wekî tûrikek vala dirêj dibe. Di embriyoyên xişok û balîndeyan de elentoyîs paşmayîyên nîtrojenî embar dike, alûgora oksîjen û karbona dioksîde dike[1]. Di embriyoya mirov de elentoyîs piçûk e û erkê embarkirina paşmayîyan nake.[9] Lûleyên xwînê yên elentoyîsê di çêkirina lûleyên navkebendikê de cihdigirin. Navkebendik (bi înglîzî: umblical cord) embriyoyê bi plasentayê ve girê dide.[10] Elentoyîsa embriyoya mirov di çêbûna mîzdankê de jî cih digire.[11]
Koriyon
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Koriyon
Perdeya koriyonî an jî koriyon perdeya herî derveyî ya perdeyên derveyî embroyoyê ye.
Perdeya koriyonî ji du çînan pêk tê; cotek çîna xaneyên trofoblast li aliyê derve, çîna naverast (mesoderm) jî li aliyê navî de cih digire. [12]
Du erkên serekî yê koriyonê heye, parastin û xwedîkirina embriyo û korpeleyê.
Koriyon şileya bi navê şileya koryonî berhem dike û der dide nav valahiya navbera koriyon û seravê. Şileya koriyonî embriyoyê ji darbeyan diparêze.
Ji bo xwedîkirina embriyoyê, koriyon pêkhateyên bi şeweyî tilî ber bi navpoşê malzarokê dirêj dike. Ji van pêkhateyan re tê gotin memîleyên koriyonî (bi înglîzî: chorionic villi).Memîleyên koriyonî heta lûleyên xwînê yên dayikê dirêj dibin Beşek zêde yê plasentayê ji memîleyên koriyonî pêk tê.Memîle rûberê plasentayê zêde dike û alûgorkirina xurek û madeyan ji xwîna dayikê hêsantir dike.[13].
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c Rittner, Don, and Timothy Lee McCabe. Encyclopedia Of Biology. Facts On File, 2004.
- ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
- ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
- ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "amnion". Encyclopedia Britannica, 16 Nov. 2018, [1]. Accessed 21 August 2022
- ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
- ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
- ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
- ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
- ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ Biologydictionary.net Editors. "Chorion." Biology Dictionary, Biologydictionary.net, 08 Jun. 2017, [2]
- ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "villus". Encyclopedia Britannica, 3 Aug. 2020, </. Accessed 26 August 2022