Perdeya keçiktiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Perdeya keçiktiyê, Hymen, (bi grekî: Membran) perdeya ku di vajînayê de ye û bi yekemîn cara têkiliya seksî pirranî jiderdiçe ye.

Tê payîn ku ew perde bo parastina organa zayender a jinê ji nexweşiyên derve ye. Gelek cureyên wê hene. Piştî têkiliya/têkiliyên seksî diterişe û bêqîmet dibe.

Di jiyana Kurd û gelek neteweyan de cihekê mezin ê vê perdeyê heye. Bi şaşî û neheqî wekî namûsa jinê tê dîtin. Gorî dab û nêrîtên civakê, jina ku beriya zewacê, parcotbûnê têkiliya seksî jiyana bênamûstî kirine. Ev prînsîp ji bo mêr derbas nabe. Mêr dikarê beriya zewacê hertiştî bike lê jin nikare. Di gelek adetên jiyana Kurdan a rojane de ku ber bandora çandên din derbasî kûltûra Kurdan bûne neheqî, şaşî û bêûjdaniyên mezin hene.

Divê mirov bizanibe hin jin ji dayîkbûnê bêî perdeya keçiktiyê tên. Ango ji xwezayiyê perdeya wan nîne. Dîsa li cem hinan ji dayîkbûnê perde yekkunî/yekqûlî ye û ew jî gelek fireh e. Li cem hinekan ne tenê yek, gelek kûn/qul hene. Heger mirov bêî zanîna bijîşkiyê rabe jinan tewanbar bike ev yeka han bêûjdanî û bêehleqî ye. Mixabin li Kurdistanê bi dehan jin ji ber şaşî, nezanî û bêehleqiyên ku ji jiyana mêrên beehleq avabûye jiyana xwe jidestdidin.