Perist.com

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Malpera perist.com ji çavkaniyên înternetê yên bi zimanê kurdî hatiye avakirin. Ev perîst wêk pirtûkxaneyek çavkanîyêye. Perîst bi beş, beş hatiye sazkirin. Perîst, malperên hatine pêşniyarkirin dinirxîne.

Em girîngiyê didin wesfa perîstê.Perîst ne motora lêgerîneye û malperên pêşniyarî hemû qebul nakin. Ji ber vê heger malpera we qebul nebe ger hun zanebin ku ev ne tiştek şexsîye.Armanca me, bikêrhatina perîstê ji bo bikarhênerane, ne ku em perîstê bikin cîhê reklamê û danasînê.

Ji bona perîst serast bixebite me çend rêz destnîşankirîye.Malperên ku ev rêzan xerab dikin nikarin tevlî perîste bibin. Yên ku bixwe di perîstêdeni ji ku ev rêzan xerab bikin em dikarin wan ji perîstê derxin.

Rêzên Perîstê
  • Malperên ne kurdî em qebul nakin. Heger malper bi pir zimanîye navnîşana beşa zimanê kurdî bişînin.
  • Malperên pan neşînin perîstê. Malperên pan naverokan wan wêk hevdune lê belê navnîşana wan diguhere.
  • Navnîşanên beralîkirî nenîşinîn.
  • Malperên bi naveroka pornografîkî, heqaret, şiltaxî, sextekarî û dijwarî nayê qebulkirin.
  • Malperên hîn temam nebûne neşinîn.
  • Malpera xwe bişîne beşa rast.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]