Peykerê Azadiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Peykerê Azadiyê

Peykerê Azadiyê (bi inglîzî: Statue of Liberty, bi navê xwe yê fermî (bi inglîzî: Liberty Enlightening the World; bi fransî: La Liberté éclairant le monde "Azadî gerdûnê ronî dike") di sala 1886an ve li girava Liberty ya New Yorkê hatiye avakirin. Ev peyker ji aliyê Fransa ve bo 100em salvegera damezrandina Amerîkayê hatiye çêkirin.

Peyker ji sifir hatiye çêkirin. Dema hatibû çêkirin rengê wê zer bû. Lê ji ber zingarê niha rengê wê keskê vekirî ye. Di destekî peykerê de pêşal di yê din de jî pirtûkek heye. Di serê wê de tacek heye. 7 derziyên tacê 7 parzemîn û 7 deryayan sembol dikin. Bilindiya peykerê 46 metre ye. Di hundirê wê de pêlikek 168 qedeme heye. Destê bi pêşalê digire 13 m bilind e.

Peyker bo turîstan vekirî ye. Bi pêlikên di nava wê de heya bi pêşalê karin derkevin. Pêşal weke şaneşînekê hatiye avakirin. Carekî de 15 kes dikarin li şaneşîna wê de bisekinin. Ji bo gihandina giravê ferîbot dixebitin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]