Peymana Seedabadê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Koşka Seedabadê

Peymana Seedabadê an jî Pakta Seedabadê, pakta ku li rojhilat weke peymaneke ku piştî muhrkirina Peymana Lozanê de hatiye bestandin. Bi taybetî, di vê paktê de li ser pirsgirêka sînoran hate sekinin. Tirkiye, Îran, Îraq û Sûrî hatibû muhrkirin. Welatên din yên herêmê jî, tê gotin ku tevlê bûne. Lê bi teybetî van welatan qatkirina Kurdistanê di paktê de kiriye mijar û li ser sekinî ne. Berî paktê jî û piştî paktê jî serhildanên kurdan berdewam kirine.

Pakte Seedabadê, di 8 temuzê sala 1937'an de hate muhrkirin. Bi taybetî, di paktê de di çerçova pirsgirêka kurdan de bi hev re gav avêtin têkirin li bin muhrê de. Li gor paktê, wê welatan, li ber kurdan û serhildanên wan yên piştre ku bibin jî, wê bi hev re tevbigerihin. Bi vê yekê re, welatên endamê wê paktê, weke Tirkiye, Îran, Îraq û Sûrî li ser peymane Lozanê re rewşa ku ji wan re welatê ku afiriya bi "herêkirina serbixwebûna welatîtiya hevdû" re li hevdû herê dikin. Bi vê yekê re, weke pakte denezendina ji hevdû re serbixwebûna xwe ya jî. Ji ber "ku kurd, di serhildanê de hena, êdî di wê paktê de hatiye kifşkirin ku wê hertimî li ber kurdan û serhildanên wan, wê bi hev re gav biavêjin û tevbihgerihin".

Di peymanê de, pirsgirêka Şetelerebê jî têde di naqabîna Îran û Îraqê de hatiye axiftin. Bi taybetî, van welatan, wê li gor paktê, wê sînorê xwe ji hevdû re bi parastan. Kurdên Rojhilat, wê nekarîban herina Başûr, bakur û başûrrojava wê kurdên bakur ne karîban herina başûr û rojhilat û başûrrojava û wê kurdên başûrrojava wê nikariban herina bakur, başûr û rojhilat. Wê sînor hildaban awlatiyê û wê ti çûn û hatin destûr ji wan re ne hatiba dayîn. Ji roja ku ev pakt hatiye muhrkirin, hate roja ma di meriyetê de ye. Hê jî, î ro jî, ew pakt di meriyetê de ye. Çend ku deme berî Komara Îslamî ya Îranê ev pakt hate muhrkirin, di demê wê de û piştî wê re jî, komara nû ev pakt ji aliyê dadî, ramyarî û her aliyên wê yên din ve da berdewam kirin. Weke peymaneka sînor ya girîng ya di nav welatên ku li Kurdistanê serdestin a.

Di xale wê ya 7'an de ku ji bi kurdan dibêje û weha nivîsêne: "Yên (welatên ku girêdayî paxtê na) ku gîrêdayîna, di nav sînorê xwe de, ku aliyên din yê paktê (welatên din) daxistina saziyên wan, aramî û pergale wan ku xira bike, û an jî ku rejîma polîtîk ji bo ku xirabike û an jî ku li ber şerê çekdarî bide meşandin, bi wê armancê avakirina rêxistin û an jî koman, pêşî li wê girtinê dihildê ser xwe ..". Armanca wê paktê, bi temamî ji holê rakirina kurdan û rewşa wan ya di dîrokê de û di demê de ya. Ev xalên wê hemû jî, hate roja me, di meriyetê de ne.

Girêdanên derve[biguherîne]