Pidgin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pidgin

Malper    pidgin.im
Avabûn 1998
Xwedî Pidgin Team
biguhêreBelge

Pidgin (navê kevin:Gaim) bernameyeke ji bo chat (çet)ê ye. Pidgin gelek protokolên wekî AIM, ICQ (Oscar protocol), MSN Messenger, Yahoo!, IRC, Jabber, Gadu-Gadu, SILC, GroupWise Messenger û Zephyr networks nas dike. Pidgin ji bo Linux, BSD, MacOS X û Microsoft Windowsê heye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku AOL xwediyê mafên navê AIM e, tekoşîneke huqûqî li hemberê GAIM hatiye meşandin. Di nîsana 2007'an de pêşdebirên GAIMê nav guherand û kir Pidgin.

Pidgin nivîsbariyeke azad e. Gaim projeyek ji projeyên atktîftirîn ê SourceForge bû.

Pidgin ji hêla Koma PCKurd ve li kurdî hatiye wergerandin.

Daxistin û Sazkirina Pidginê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Daxistin û Sazkirina Pidginê ji bo Windowsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Daxistin

Sazkirin bi kurdî bû, lê niha Gaim bi zimanekî din dixebite

Ji ber ku di Windowsê de koda "kurdî" tune, divê tu bi destê xwe zimanê Gaimê mîheng bikî. Ji bo vê Taybetmendiyên pergalê (sistem özellikleri, system properties, Systemeigenschaften) veke. Li vê derê "pêşkeftî" (gelismis, advanced, erweitert) hilbijêre. Li jêr (degişkenler, environment variables, Umgebungsvarialben) heye. Li vê derê GAIMLANG zêde bike, nirxa GAIMLANG jî bila ku be. Niha Gaim bi kurdî xeber dide.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]