Here naverokê

Pieter Geirits

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pieter Geirits (jdb. 10 îlon 1930 - m. 27 tebax 2025) çalakvan û piştevan û hevalekî dilsoz ê kurdan ê belçîkayî û damezrînerê Mala Kurdî li Bruksela paytexta Belçîkayê bû. Mala Kurdî (bi holendî: Koerdisch huis) navendeke ji bo parastina ziman û çanda kurdî ye.[1]

Geirits di 1996an de navenda Mala Kurdî li Brukselê saz kir. Ji xeynî çalakiyên çandî, ew weke piştevan û alîkarê penaberên kurd jî dihat naskirin. Pieter Geirits bi Perwîn Cemîl Paşa re zewicî bû.[1]

Geirits di 27ê tebaxa 2025an de li Brukselê di 95 saliya temenê xwe de mir.[1]