Here naverokê

Pirbûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gelek nebatan ji bo ku bikaribin xwe zêde bikin, hewceyê alîkariya kêzikan in.

Pirbûn pêvajoya biyolojîkî ye ku bi wê organîzmayên takekesî yên nû ji dê û bavê xwe an jî ji yek ji wan têne hilberandin. Du formên pirbûnê hene: pirbûna nezayendî û pirbûna zayendî.

Di pirbûna nezayendî de, organîzmek dikare bêyî tevlîbûna organîzmek din zêde bibe. Pirbûna nezayendî tenê bi organîzmên yek-hicreyî ve nehatî sinordar kirin. Klonkirina organîzmek formek ji pirbûna nezayendî ye. Bi pirbûna nezayendî, organîzmek kopiyek ji xwe ya ji hêla genetîkî ve hevşibî an jî yekane diafirîne. Pêşkeftina pirbûna zayendî ji bo biyologan pirsokek mezin e. Mesrefa du-qatî ya pirbûna zayendî ew e ku tenê 50% ji organîzman zêde dibin,[1] û organîzman tenê 50% ji genên xwe derbas dikin.[2]

Pirbûna zayendî bi gelemperî pêdivî bi têkiliya zayendî ya du şaneyên taybet ên pirbûnê heye ku jê re gamet tên gotin, yên ku nîvê hejmara kromozoman a şaneyên somatîk dihewînin û bi miyozê têne afirandin, bi awayekî gelemperî şaneyek sperm xaneya hêk ji heman cureyê dixeberîne da ku zîgoteke fertilîzekirî biafirîne. Ev rê li ber afirandina organîzmên dûndayî vedike ku taybetmendiyên wan ên genetîkî ji her du organîzmên dê û bav têne girtin.

  1. ^ Ridley M (2004) Evolution, 3rd edition. Blackwell Publishing, r. 314.
  2. ^ John Maynard Smith The Evolution of Sex 1978.