Pirbûna vejetayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Corên pirbûna zîndeweran

Pirbûna vejetayî (bi înglîzî: vegetative reproduction) corek ji pirbûna nezayendî ya riwekan e.

Bingeha pirbûna vejetayî, beyî ko pîtandin rû bide, bi dabeşbûna mîtozî û nûbûnê (bi înglîzî:regeneration) peydakirina riwekek nû ye. Ji ber ko ev pirbûn corek ji pirbûna nezayendî ye, riweka nûçêbûyî (weçe) kopyaya riweka bavan e.

Kûlîlk beşa jenerayî (bi înglîzî: generative) ya riwekên kûlîlkdar e. Reg (bi înglîzî: root), qed (bi înglîzî: stem) û pelên riwekan jî wekî endamên vejetayî (bi înglîzî: vegetative) tên navkirin. Ji endamên vejetayî çêbûna riwekêk nû, wekî pirbûna vejetayî tê navkirin[1]. Pirbûna vejetayî li gel parçeyên endamê vejetayî, dibe ko bi pêkhateyên taybet jî rû bide. Wekî mînak; pîvaz, rîzom û riwekên bi qedê xişok pêkhateyên taybet in bo pirbûna vejetayî[2].

Corên pirbûna vejetayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qedê xişok li ser erdê bi stûnî dirêj dibin.

Pirbûna vejetayî di nav hin riwekan de bi awayekî xwezayî rû dide, lê ji aliyê mirovan ve jî bi awayekî destkarî ji endamên vejetayî riwekên nû tên çêkirin.

Pirbûna vejetayî ya asayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirbûna bi qedê xişok, pirbûna bi rîzom, pirbûna bi tuber, pirbûna bi pîvaz mînakin bo pirbûna vejetayî ya asayî[3].

Rîzom qedên binerd in.

Riweka tûfirengî (bi înglîzî: strawberry plant) riwekêk bi qedê xişok e. Qedê xişok (bi înglîzî: stolon / runner) ne bi stûnî ber bi jor, lê bi awayekî berwarî, li ser xakê dirêj dibe. Ji gopikên qedê dirêjbûyî, komek reg û pel çêdibin, regên nû xwe bi axê ve girê didin. Heke qedê navbera riweka bavan û ya nûçêbûyî biqete, riweka nûçêbûyî (weçe) wekî riwekek nû ya tûfirengî geş dibe, bi vî awayê hêjmara riwekê zêde dibe[4]. Herwisa ji ber ko riweka tûfirengî riwekek kûlîlkdar û tovdar e, li gel pirbûna vejetayî, dikare bi pirbûna zayendî jî zêde dibe.

Hin riwek qedên xwe di bin erdê de bi berwarî dirêj dikin, ji van qedan re tê gotin rîzom (bi înglîzî: rhizome). Di zimanê yewnanî de peyva “rhizōma” ji bo girseya (kom) reg tê bikaranîn. Lê bi eslê xwe rîzom ne reg, lê qed e[4]. Di navbera rîzom û reg de cudahiya herî giring hebûna gopik û girêyên rîzoman e. Bi gelemperî xurek di rîzomên riwekê de tên embarkirin. Ji gopikên ser rîzoman, pelên riwekên nû ber bi jor, reg jî ber bi jêr ve dirêj dibin. Heke rîzom ji riweka bavan were qetandin, rîweka nû wekî riwekek serbixwe dijî. Rîweka pung, a qamiş, a birinc û zencefîl mînakin bo riwekên birîzom.

Bi gelemperî qedên binerd ên riwekan, hin caran jî regên riwekan li nav axê de şax didin, xurek embar dikin û diwerimin. Beşa werimî yê qedê riwekan wekî tuber tê navkirin. Ango tuber ji stûrbûna qeden binax û rîzoman çêdibe. Bi latînî peyva “tūber” ji bo werimîn an jî girê tê bikaranîn[5].

Ji gopikên ser kartol, riwekên nû çê dibin.

Wekî mînak; qedên riwaka kartolê di bin erdê de geş dibe, xurek embar dike û diwerime, ji her beşek werimî seriyek kartol (petate) peyda dibe. Li ser rûyê kartol de çav hene. Di seriyekî kartol de ne yek lê dibe ko bi qasî deh çav hebin Di bin rewşa guncav de ji wan çavan, gopik zîl didin, ji gopikên zîldayî pel û reg çêdibin dawiya dawî dibin riweka kartol[6] . Ji seriyek kartol dibe ko 9-10 riwekên kartol çêbibe ango riweka kartol bi vî awayê pir dibe. Bi gelemperî qedên riwakan tuber çêdikin, lê hin caran debe ko riwek ji beşek regên xwe jî tuber çêbikin.

Riwekên pivazdar ên wekî lale,sîr, nêrgîz jî dikarin bi pirbûna vejetayî zêde bibin. Ji pîvazên van riwekan li bin erdê pîvazokên nû çêdibin her pîvazok dikare bibe riwekek serbixwe.

Pirbûna vejetayî ya destkarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lûlkirin, qelemçandin û çandina şane hin rêkên sereke yên destkarî ne bo pirkirina riwekan[3].

Bi pirbûna zayendî, weçe (nifşa nû) kromozomên xwe ji herdu bavan werdigire, loma zanyariyên weçeyê ne kopyaya yek bavan e, bi têkiliya genên herdu bavanan peyda dibe. Ango weçe hin taybetmendiyên xwe yên bomaweyî ji bavanek, hinekan jî ji bavana din werdigire[7]. Wekî mînak; zarok ne rasterast kopyaya dê an jî bavê xwe ne, lê taybetmendiyên herdu bavan jî lixwe digirin. Dibe ko rengê çavê xwe ji dayikê, rengê porê xwe jî ji bavê xwe wergirtî be.

Di pirbûna nezayendî de weçe ne ji du, lê ji yek bavan peyda dibe. Bi zêdebûna vejetayî, bomaweyî ya rîweka bavan beyî ko biguhere, rasterast derbasî weçeyê dibe[1]. Ji ber vê taybetmendiyê, pirbûna vejetayî di warê kiştûkalê (cotkarî) (bi înglîzî: agriculture) de bi awayekî destkarî tê bikaranîn.

Hin riwek hene êdî nikarin bi pirbûna zayendî zêde bibin. Wekî mînak; riweka muzê û riweka tiriya bêdendik di jîngehê de nikarin bi tena serê xwe bi pirbûna zayendî zêde bibin, divê teqez bi zêdebûna vejetayî bên zêdekirin. Hin caran jî ji bo sedemên aborî riwek bi pirbûna vejatayî tên zêdekirin[8].

De em bibêjin baxçevanek heye, xwediyê baxçeyê sevan e. Li nav baxçeyê wî de bi sedan darên sêva sor hene. Lê hemû dar ne yek in, hinek dar zû kûlilk didin, hinek li hember hokarên nexweşiyê lawaz in, sêvên hinek daran hûrik dimînin, sêvên hin daran jî qaşîlê wan pir stûr e. Lê di nav baxçeyê sêvan de darek heye, pir dirêj nabe loma berhevkirina berên wê hesan e, li dij hokarên nexweşiyê bergiriya darê bilind e, loma pêdivî bi dermanên kîmyayî nîn e. Sevên wê glover, qaşîl zirav, tam şîrîn, dendik hûr in û dereng dirizin. Ango darek pir hêjaye û firotina sêvên wê gelek hêsan e. Heke hemû darên baxçeyê wisa bûya, wê baxçevan bi kedek kêmtir hê pirtir sêv bi dest bixista, bazara wan hêsan dibu û dikarîbû bi buhayek bilintir sêvên xwe bifiroşa.

Gelo baxçevan çawa hemû darên baxçeyê bike mîna wê dara giranbuha? Heke baxçevan hemû darên din biçîne û li şûna wan, ji sêvên dara baş dendik (tov) bigire û bireşîne nav baxçeyê, bi zîldana tovan, wê bi qasi 8-10 sal şûnve darên sêvê bigihîjin. Lê dibe ko darên nû ne mîna dara hêja be, hin taybetmendiyên baş ên dara sêva hêja li darên nû de peyda nebûbe. Wekî mînak dibe ko hin sêvên darên nû bi têra xwe şîrîn nebin, an jî rengên wan ne sor lê piçek zer bin. Baxçevan bi salan benda sêvên baş bû, di rewşek wisa de derbeyek giran li aboriya bexçevan dikeve.

Divê baxçevan bi rêkek din, ango bi reka zêdebûna vejetayî, di demek kurt de kopyayên dara baş bi dest bixe, ev rêk jî lûlkirin e.

Bi lûlkirinê taybetmendiya riwek tê guhertin bo taybetmendiyên baştir.

Ji bo zêdekirina riwekan, beşek ji reg, qed an jî pelên riwekê tê girtin, vê beşa riwekê wekî qelem (bi înglîzî: scion) tê navkirin. Bi gelemperî qelem ji çiqlê (liqê) daran tê girtin, lê dibe ko pel an jî reg jî wekî qelem werin bikaranîn. Qelem an rasterast tên çandin, an jî demek di nav avê de tên hiştin ko ji qeleme reg zîl bide, piştî derketina regan, qelem tên çandin. Di jîngehek guncav de pel û regên qelemê geş dibe qelem dibe şitil. Wekî mînak mirov dikare dara hejîre bi qelemçandinê zêde bike. Pêşî ji dara ko pirkirina wê tê xwestin, bi têra xwe qelem tên jêkirin. Dirêjiya qeleman bi qasî 20cm e û ji bo çêbûna pelan, divê herî kêm du gopik li ser qelemê hebe. De em bibijin me 50 qelem ji gûliyên darhêjîrê jê kir û çand. Heke jîngeh guncav be ji hemû qeleman reg û pel peyda dibe û her qelem dibe şitilek darhejîrê.

Herwisa qelem ji bo guhertina taybetmendiya riwekan jî tê bikaranîn. Ev kar wekî lûlkirin, tamandinan an jî muturbekirin (bi înglîzî: grafting) tê navkirin. Riweka ko tê qelemkirin, wekî makeriwek (bi înglîzî: rootstock) tê navkirin[7]. Bi lûlkirinê bi gelemperî qelem bi qedê makeriwekê ve tê yekxistin. Lûle û şaneyên riweka mak bi yên qelemê ve yek dibin. Bi vî awayê ji regê makeriwekê av û xurek digihîje qelemê, qelem pel dide û mezin dibe. Ango li ser makeriwekê, riwekek din çêdibe. Zanyariyên bomawayî ya qelemê ji makerivekê cuda ye. Weki minak; heke dareki sêvê hebe û rengê sêvên wê kesk, tama sevan jî tirş be, mirov dikare ji heman darê sêvên sor û şirin bi dest bixe. Peşî ji darek bi sêvên sor û şîrîn qelem tên jêkirin, qelem bi dara sev kesk û tirş (makedar) ve tên lûlkirin. Qelem û makedar yek dibin. Qelem li ser makedarê dirêj dibin û di nav du salan da li ser makedarê ji gûliyên lûlbûyî sêvên sor û şîrîn tê bi destxistin. Bi lûlkirinê taybetmendiya riweka mak di demek kin de diguhere. Li gel lûlkirina bi qelemkirinê, corek din a lûlkirinê jî lûlkirina bi gopikkirinê ye. Di vê lûlkirinê de li dewsa qelem, makeriwek bi qopikên ji riwekek din ve tê lûlkirin.

Riwek bi çandina şane (bi înglîzî: plant tissue culture) jî tên pirkirin. Ji bo çandina şaneyên riwekan, ji riweka ko wê bê zêdekirin, hin xane an jî şane tên girtin, di bin şert û mercên taybet de jî şaneyên riwekê, riwekên nû tê bi destxistin. Çandina şane ne li zevî û baxçeyan de lê di laboratiwarê de rû dide, bi şaneçandinê, ji tek riwekek di demek kurt de bi milyonan riwekên kopya tê bi destxistin[9].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  2. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "Vegetative reproduction". Encyclopedia Britannica, 9 Aug. 2017,[1]</. Accessed 10 September 2021.
  3. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. ^ Collins English Dictionary – Complete and Unabridged, 12th Edition 2014 © HarperCollins Publishers 1991, 1994, 1998, 2000, 2003, 2006, 2007, 2009, 2011, 2014)
  6. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  8. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  9. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.