Pirpar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pirpar, pêrpîne
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Caryophyllales
Famîle: Portulacaceae
Cins: Portulaca
Cure: P. oleracea
Navê zanistî yê latînî
Portulaca oleracea
L.

Pirpar, pêrpîne, pêpîner (Portulaca oleracea) hêşînatiyek giyayî û bêar e. Di nav parêzan de (baxçên dikakan) xwebixwe di meha hezîran û tîrmehê de çêdibe û wek dikakan ( zerzewat) tê xwarin. Giyayek pirsalane ye. Navtenga wê razayî bi qasî mitroyekê dirêj dibe, bejna wê jî heta 30 cm bilind dibe. Belgên wê bê dûxûk, kesk û hêkanî, bi goşt û piravî ne. Belgên wê tacane wek qevdikan bihevre ne û di mehên tîrmeh heta êlûnê de vedibin. Rengên wan zer, eflatûnî an jî peyazî ne. Ew kulîlk paşê dibe qebsûl û di nava wê qebsûlê de gelek bizirên biçûk û reng reş hene.


Welat û dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Welatê wê Asya ye. Ji wir ji aliyê teyran û ba û babelîkan derbasî welatên din bûye û li her welatî hêşîn dibe. Dîroka wê nayê zanîn, lê ji ber ku di nav baxçên dikakan de xwebixwe şîn tê, mirov dikare bêje hema hema wek ya dikaka ye. Ji berê de ji aliyê medeniyetên Asyayî ve wek dikak û dermanên xwecihî tê xebitandin. Lê welatên wê Amerîkî naxwin.


Berhevkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi gelemperî tenê belg û rîşiyên wê yên taze tên berhevkirin û deme dest tê xebitandin. Çayê, tentûr jê çênabin an jî em lê rast nehatine.

Naverok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têdahî: Madarek zêde rûnê Omega 3 ku di masiyan de heye dihewîne. Karbonhidrat, proteîn, Karoten, Kalsiyûm, Kolesterol, Sodyûm, Hesin ,Potasyûm, vîtamîn B1, B2, B6, C.

Nirxên enerjiyê 42 kJ
Karbonhîdrat 1 gram
Proteîn 1 gram
Rûn 0,2 gram
C Vîtamîn 20 mg
Karoten 1,70 mg
Vîtamîn B1 0,06 mg
Vîtamîn B2 0,04 mg
Kalsiyum 130 mg
Asin 3 mg

Bikêrhatin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1- Jibo xwînbûna aşik (mexde), rûvik û destava bi xwîn bi fayde ye.

2- Xwînê paqij dike û gemarên têde tavêje der.

3 – Bedenê hûnik dike.

4- Tîhbûna nexwşên şekir dişkîne.

5- Destava zirav diqulipîne.

6- Qebizbûnê ji holê radike.

7- Nexweşiyên ji xalikê tên ji holê radike.

8- Jibo bêxwewî, westiyan, hêrsbûn û betilîna zêhn bi fayde ye.

9- Jibo avêtina kurman dibe alîkar.

10- Heke bê herişandin û li serserî bê danîn, wê êşa serî bibire.

11- Heke bê qutan û li ser sorbûn û edavan bê danîn, wê wan ji holê rake.

Di zanistê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îbn î Sîna di derbarê pirparê de dibêje: "Pirpar jibo serêş û êşên çavan başe. Bandora wê ya qulipandina sefrayê heye. Heke li ser sorbûnên çerm û peçivînan bê danîn, wê arêşeyên wan hilîne. Heke bi şerabê ve bê tevlihevkirin û pê ser bê şûştin, wê edavên çermê serî û werimînên wê hilîne. Heke wek şûrûbê (şerbetê) bê vexwarin, wê arêşeyên edavbûnên kezebê hilîne, vereşandinên sefrayê bisekinîne û şehwetê kêm bike. Heke ava wê ya xurû bê vexwarin, wê edavên nav gurçikan biherîkîne û bavêje der. Êşên gurçik û mesane ji holê radike, birînên wan dikewîne, sotinên rehîman dadixe. Xwînbûna memikên bawesîrê dibire, heke bê qelandin û xwarin îshalê (virikê) dibire".

Prof. Dr. Mehmet Oz dibê: "Di nav pêpînê de gelek rûnê omega 3 û hesin heye. Bandora rûnê pirparê wek ya rûnê masiyan e .Ew rûn hem dil hem jî bedenê li hember penceşêrê diparêze. Kesên ku masiyan nexwin, dişên wê kêmasiyê bi pirparê dagirin".


Bikaranîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji pirparê selete, xwarinên bi goşt , mixle û borek tên çêkirin. Gelek kes dikelînin û sîr û mast berdidin ser.