Destpêkirin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Pirtûka afirînê hat beralîkirin)
Tanah - ehdên kevin
Papirüs Nash, sedsal 2yem B.Z.
Tevrat - pentatok
Despêkirin · Pirtûka derketinê · Leviticus · Pirtûka hêjmaran · Dubarekirina qanûna
Pirtûkên dîrokî
Yeşu · Pirtûka dadgeran · Rut

Samuela yekem · Samuela duyem
Qeral - 1 · Qeral - 2
Dîrok - 1 · Dîrok - 2
Ezra · Nehemya · Ester

Pirtûkên helbestî

Eyûp · Mezmuran
Maxims · Şîret · Awazên awaza

Pêxember

İşaya · Yeremya
Hezekiel · Daniel
Hoşea · Yoel · Amos
Obadya · Yûnis · Mika
Nahum · Habakkuk · Tsefanya
Haggay · Zekeriya · Malakî


Destpêkirin yan jî Xwiliqandin[1] (bi yewnanî: Γένεσις Génesis; bi îbranî: בְּרֵאשִׁית, Bərēʾšīṯ) pirtûka yekem a Încîla îbranî û Peymana Kevin a xiristiyanan e.[2] Navê wî yê îbranî wekî navê wî ya pêşî Bereshit e. Genesîs pirtûka afirandina dinyayê û dîroka destpêkirinê ye.[3]

Zanyarên nûjen tînin ziman ku ji sedsala 19an û pê ve, dibînin ku pirtûk bi sedan sal piştî ku Mûsa jiyaye, di sedsalên 6em û 5em berî zayînê de hatiye nivîsandin. Li ser bingeha şirovekirina zanistî ya delîlên arkeolojîk, genetîkî û zimanî, pir zanyar Genesis wekî mîtolojiya Cihû-Xiristiyanî dibînin.

Ev li du beşan tê dabeş kirin, dîroka seretayî (beş 1-11) û dîroka bav û kalan (beş 12-50).[4] Dîroka seretayî têgînên nivîskar di derbarê cewhera xwedawend û têkiliya mirovan bi afirînerê wê re destnîşan dike: Xwedê dinyayek ku ji mirovan re baş û guncaw e diafirîne, lê dema ku mirov wê bi gunehan xera bike Xwedê biryar dide ku afirandêriya wî hilweşîne, tenê Nûh û malbata wî ya rast diparêze ku têkiliya di navbera mirov û Xwedê de ji nû ve saz bikin.[5]

Bi emrê Xwedê, ji dûndana Nûh Birahîm ji cihê jidayikbûna xwe (ji bajarê Ur a Sumerê) here welatê Kenanê, ku Xwedê daye, ku ew li wir wekî xerîb dimîne, wekî kurê wî Îshaq û neviyê wî Aqûb. Naviyên Yaqûb dibe "Îsraîl" û bi zarê kurê wî Yûsif, zarokên Îsraêl bi tevayî 70 kes bi malên xwe ve diçin Misrê. Destpêbûn ji bo amadekirina hatina Mûsa li Îsraêl û li Misirê bi dawî dibe.

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê pirtûkê ji mijara wê ya destpêkê tê: "destpêk", "esil". Ev têgîn di yewnaniya kevn de bi navdêrî, wekî genesis hatiye wergerandin. Ji ber vê yekê Septuaginta Yewnanî jê re sernavê "Pirtûka Destpêkê" dest nîşan kiriye: βιβλίον τῆς Γενέσεως, Biblion tès Geneseôs (genitive) yan jî bi hêsanî Genesis.

Kurte[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîroka afirandina Genesis du çîrokên cuda pêk tîne; her du beşên pêşîn bi giştî bi van ve girêdayî ne. Di ya yekem de, Elohim, peyva giştî ya îbranî ya ji bo Xwedê, ezman û erdê tevî mirovahiyê, di şeş rojan de diafirîne û di roja heftan de radiweste. Di ya duyemîn de, ku niha jê re "Yahwe Elohim", Xudan Xwedê tê binav kirin, ew du kesan, Adem û Hewa, wekî mêr û jina pêşîn diafirîne, û wan di Baxçeyê Edenê de bi cih dike.

Di beşa sisiyan de Xwedê ferman dide ku ji fêkiyê dara zanîna qencî û xerabiyê nexwin. Adem û Hewa soza nayînin cih. Marekî axaftvan, ku wek mexlûqekî xapînok an hîlekar hatiye nîşandan, Hewa dixapîne ku li dijî daxwaza Xwedê fêkiyê bixwe û Adem jî bîne rê ku ew jî ji wî fêkiyê bixwe. Li ser vê yekê Xwedê wan davêje derve û nifiran li herduyan dike. Adem jiber vî yekê ji aliyê Xwedê hat nifir kirin ku risqê xwe bi westiyayî û xebatê bi dest bixe û Hewa jî bi êş zarokan welidîne. Ev yek ji aliyê xirîstiyanan ve wekî daketina mirovahiyê tê şîrovekirin. Hewa du kurên bi navên Qayîn û Habîl tîne dinyayê. Qayîn li baxçe dixebitî, Habîl jî bi goşt dixebite; ew her du dehî yên xwe pêşkêşî Xwedê dikin. Xwedê pêşkêşa Habîl ji ya Qayîn zêdetir eciband. Piştî vî ecibandinê Qayîn, Habîl dikuje. Paşê Xwedê nifiran li Qayîn dike û Hewa kurekî din bi navê Sêth tîne ku cihê Habîl bigire.

Piştî ku gelek nifşên Adem ji rêzên Qayîn û Sêth derbas zêde bûn, dinya ji ber gunehê mirovan û Nefîlîman xera dibe û Xwedê dixwaze mirovahiyê ji ber xerabiya wan ji holê rake. Lêbelê Nuh tenê mirovê qenc e; Ji ber vî yekê Xwedê ji Nûh û malbata wî ya rast re dixwaz e ku keştiyeke çêbikin û mînakên heywanan bigirin û ji heywanan paqij heft cot û ji heywanên nepak cotek bigirin. Paşê Xwedê lehiyek mezin dişîne ku dinyaya mayî ji holê rake. Gava ku av paşde diçin, Xwedê soz dide ku ew ê carek din dinyayê bi avê xera neke, rondikek wekî sembola soza xwe çêdike. Xwedê dibîne ku mirovatî ji bo avakirina bajarekî birca mezin, Birca Babîlê, hevkariyê dikin û mirovahiyê bi gelek zimanan dabeş dike û wan ji tevliheviyê ji hev vediqetîne. Ji şaxa malbeteke dirêj a ku ji Nûh zêde bûye heta Îbrahîm, Xwedê ferman dide Îbrahîm ku ji welatê xwe yê Mezopotamyayê here welatê Kenanê. Li wir, Xwedê soz dide Îbrahîm û soz dide ku neslê wî wê bi qasî stêran zêde bibe lê ku mirov wê çarsed sal li welatê xerîbiyê zilmê li wan bikin û piştî vî yekê "ji Çemê Misirê heta Çemê Firatê" ji wan re bibe welat.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Şirîn (1997). English-Kurmanji, Kurmancî-Inglîzî Word List (Behdînî dialect). "Nî Roj" language learning series. Longview, TX, DYA
  2. ^ Roth, M. (1990). Max Hamilton: A Life Devoted to Psychiatric Science. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 1–9. ISBN 978-3-642-75375-6.
  3. ^ Sweeney, M. J. J. (8 çiriya pêşîn 2012). "Sweeney Learning Test Apparatus". PsycTESTS Dataset. Roja gihiştinê 3 nîsan 2022.
  4. ^ Dianne., Bergant,. Psalms 1-72. ISBN 978-0-8146-4792-9. OCLC 967271106.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  5. ^ L., Bandstra, Barry (2008). Genesis 1-11 : a handbook on the Hebrew text. Baylor University Press. ISBN 978-1-932792-70-6. OCLC 180204920.{{cite book}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)