Plastîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Plastîd kîsikên bi cotparzûn dorpêçkirî ne. Ji proplastîdan çêdibin. Proplastîd, plastîdên ku hîn neguherîn in. Riwekan rengên xwe, ya ji antosîyanîn ên nav vakuolan digirin, an jî ji plastîdan digirin. Kevzên avê, protîstên wek euglena, kevz û riwek di xaneyên xwe de plastîd dihundirînin. Wekî mîna mîtokondrî, plastîd jî xwediyê ADN, ARN, enzîm û rîbozomên bi xwe ne.Li gor teoriya endosîmbiosîsê plastîd bi eslê xwe xaneyek prokaryotî ya bi klorofîl bû, xaneyek prokaryotî ya heterotrof(hazirxwur) wî digire nav xwe û bi wî re jiyana hevpar ava dike bi vî awayê lebatoka kloroplast çêdibe.

Sereke Erkên Plastîdan;

  1. Bi fotosentezê, bin tîrojên tavê de ji av û karbondîoksîdê, çêkirina molkulên organîk.
  2. Enbarkirina molekulên organîk .
  3. Di nav xaneyên pel, fêkî û kulîlkan da çêkirina rengên kesk, sor, zer û tirincî

Cureyên plastîdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sê cureyên plastîd hene. Leukolpsat, Kromoplast û Kloroplast. Kloroplast kesk e, kromoplast sor, zer an jî tirincî yê, leukoplast bê reng e. Ku pêwistî pê hebe, dibe ku leukoplast veguhere kloroplast an jî kromoplastan. Her wisa kloroplast jî dikare veguhere kromoplast û leukoplastan. Ango li gor pêdiviya xaneyê,navbera plastîdan de veguherîn çêdibe.

Leukoplast[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Leukolpsat plastîdên bêreng in. Leukoplast, bi gelemperî, di nav xaneyên tov, reh û qurm(gewde)ê riwekan da cih digire. Ku leukoplast di bin tavê bimîne xwe vediguherîne kloroplast. Leukoplast lebatokên ji bo enbarkirinê ne. Li gor nifşê molekulên enbarkirî, sê cureyên leukoplast heye.

Amîloplast[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nîşa embar dike. Wekî mînak ; di nav xaneyên kartol, genim û tevir de gelek zêde amîloplast hene.

Elaioplasts[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Elaioplast (Lipidoplasts, oleoplasts), Rûn(lîpîd) embar dike. Bi gelemperî di tov, kakil û fêkiyên riwekan de zêde hene.

Proteînoplast[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Proteînoplast(proteoplasts,aleuroplasts): Enbara proteînên belûrî dike. Her wisa navenda hin enzîman e. Di nav xaneyên nîsk,nok, fasûlî, gûz û bindeqan da gelek proteînoplast heye.

Kromoplast[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kromoplast plastîdên rengîn in. Bi gelemperî di kulîlk,fêkî(mêwe), pel û rehên riwekan de derdikeve holê. Kromoplast ji veguherîna proplastîd, leukoplast an jî kloroplastan çêdibe. Riwek bi riya kromoplastan hin mesajan dişîne derdora xwe. Kulîlk bi pelên tancikê(petal) xwe yên rengîn bala kezik, çûk û ajalên din dikişine ser xwe. Dema kezikek xwe li ser riwekê datîne, dibe ku hin tov û tozkulîlk(polen) bi bask û perê wî ve bizeliqe û ku ev kêzik bifire ser kulîlkek din bi van tozkulîlkan kulîlk dol bigre. Piştê bergirtina kulîlkê tovê riwekê çêdibe, lê divê ev tov li derdorê cîhanê belav be. Ji ber ku piraniya tov giran in û bi hêza bayê cih naguherin, riwek ji bo belavkirina tovên xwe, hêza ajalan bi kar tîne. Piştî bergirtinê, tov di nav fêkiyê de hêdî bi hêdî dicivire. Heta ku tovên di nav fêkiyê bi têra xwe necivire, rengê fêkiyê wekî pelên riwekê kesk e. Dema gihaştina tovê qediya, îcar bi alîkariya hormonan, kloroplastên di xaneyên fêkiya xang vediguhere kromoplastan. Di heman demê de fêkî êdî nerm û şîrîn dibe û bêhna fêkiya stewihî li der dor belav dibe. Ev reng û bêhn ên xweş bala ajalan dikişine ser xwe. Sê rengên kromoplastan ; sor, tirincî û zer e.

Lîkopîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

pîgmenta sor a di nav kromoplastên îsot, firingî, zebeş û hin fêkîyên din ên sor wekî lîkopen te bi nav kirin.

Karoten[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gizêr, kundir, arûng di kromoplastên xwe de pîgmenta tirincî ya bi navê karoten dihundirînin.

Zentofîl[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nav kromoplastên lemomê de pîgmenta zer a bi navê zentofîl(xanthophyll) heye Pîgmentên reng didin kromoplastan wekî karotenoîd tên bi nav kirin. Karotenîd fotosentezê nake, lê tîrojên roniyê dikişîne hundirê xwe(dimije) û ji bo fotosentezê dişîne kloroplastan. Her wîsa kromoplast, kloroplastan ji zîyanên tîrojên tavê jî diparêzin.

Kloroplast[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nîgara pêkhateya kloroplastê
Reaksiyona Fotosentezê di nav kloroplastên eukaryotan de pêk tê

Ji bo riwekan rengê bingehin kesk e. Di nav plastîda kloroplastê de pîgmenta bi navê klorofîl heye, klorofîl kesk e. Ev riwekên kesk rengên xwe ji klorofîlê digirin. Pel û guliyên giha û riwekên yeksalî gelek kloroplast dihundirîn in, loma van beşên riwek xwerû kesk in. Riwekên pirsalî tenê bi pel û çiqilên xwe yên yeksalî kesk in. Di xaneyên qurmê darên pirsalî de kloroplast tune ye. Hemû xaneyên riwek bikloroplast nîn in. Di xaneyên ku fotosentezê dikin, hejmara kloroplastan bi qasî 50-100 heb in. Kloroplastên riwekan sê parzûnî ye; parzûna derve, parzûna hundir û parzûna tîlakoîdê. Kloroplast an raste rast ji proplastîd çêdibe an jî ji etîoplast çêdibe. Etîoplast jî kloroplast e, lê ew di tariye de maye û hê derneketiye roniyê. Di bin ronahiya tavê de etîoplast bi bandora hormona bi navê sîtokînîn, vediguhere û dibe kloroplast. Her wisa leukoplast û kromoplast jî vediguherin kloroplasta.

Di nav tîlakoîde de pîgmenta klorofîl heye. Ev pîgment kesk e. Stroma fena sîtoplazma ya xaneyan e ye. ADN,rîbozom,ARN û hin enzîmên ji bo fotosentezê di nav stromayê de belav bû ye. Kloroplast dikare bi serê xwe dabeş bibe û hejmara xwe zêde bike. Enerjiya roniyê li nav garanûmê tê mijandin(absorb,kişandina hundir). Klorofîlên di nav tîlakoîdê , enerjiya roniyê vediguherîne enerjiya kîmyayî. Beşek reaksiyonên fotosentezê ên ku bi roniyê girêdan e, di nav granûmê de çêdibin, reaksiyonên bi roniyê ve ne girêdayî ye, di stromayê de çêdibin. Kloroplast bi fotosentezê hem molekulên organîk çêdike hem jî oksîjena ji parçebûna avê derdikeve holê, belavê atmosferê dike.

Payîzê kloroplasta di nav pel xira dibe tenê kromoplast dimîne

Dema payîzê pelên daran ku hîn neweşiyane reng diguherînin. Rengên pelan ji kesk diguhere sor an jî zerê. Pelên darê hem kloroplast hem jî kromoplast dihewîne, lê hejmara kloroplastan gelek pir e, loma kromoplast havînê nayên dîtin. Payîzê kloroplast xera dibin tenê kromoplast dimîne, loma rengê pelê jî diguhere.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]