Plazma (fizîk)


Plazma rewşeke madeyê ye ku ji encama îyonîzekirina berbiçav a yek ji sê rewşên din ên klasîk (bi gelemperî rewşa gazî) pêk tê. Ji ber wê yekê, ew ji rêjeyeke giring a parçikên xwedî barê elektrîkê (îyon û/an elektronan) pêk tê. Herçend li ser Erdê kêm caran were dîtin jî, tê texmînkirin ku %99,9ê ji gî madeya asayî ya li gerdûnê plazma ye.[1] Stêrk hema bêje gogên saf ên plazmayê ne û plazma li ser hawîrdora kêmtir a navbeya komên galaksiyan û kosmosê serdest e.[2] Plazma dikare bi awayekî sûnî were çêkirin; mesele bi germkirina gazeke bêalî an jî bi xistina wê di bin tesîra qadeke elektromanyetîk a xurt de.[3]
Hebûna perçeyên barkirî plazmayê dike ku elektrîkê guhêzbar be, dînamîkên perçeyên takekesî û tevgera plazmaya makroskopîk ji hêla qadeyên elektromanyetîk ên kolektîf ve têne rêvebirin û ji qadên ku ji derve têne sepandin pir hesas in.[4] Cewaba plazmayê li hember qadên elektromanyetîk di gelek amûr û teknolojiyên nûjen de, wekî televîzyonên plazmayê an jî gravura plazmayê tê bikaranîn.[5]
Li gorî şert û mercên fizîkî, dibe ku hejmarek ji parçikên bêalî jî hebin; di wê rewşê de, jê re plazmaya qismî-îyonîzekirî tê gotin. Îşaretên neonê û brûsk meseleyên plazmayên qismî-îyonîzekirî ne.
Berevajiya guhertinên qonaxê yên di navbera sê rewşên din ên klasîk ên madeyê de, derbasbûna bo rewşa plazmayê bi awayekî zelal nehatiye diyarkirin û ew mesele bi şîrove û çarçoveyê ve girêdayî ye. Gelo asteke diyarkirî ya îyonîzasyonê têra wê dike ku madeyek wekî "plazma" were binavkirin an na, ew yek bi wê diyardeya taybet a ku tê nirxandin ve girêdayî ye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ "Plasma, Plasma, Everywhere! - NASA" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 16 tebax 2026.
- ↑ Piel, Alexander (7 îlon 2017). Plasma Physics: An Introduction to Laboratory, Space, and Fusion Plasmas (bi îngilîzî). Springer. rr. 4–5. ISBN 978-3-319-63427-2.
- ↑ Chiuderi, Claudio; Velli, Marco (22 çiriya paşîn 2014). Basics of Plasma Astrophysics (bi îngilîzî). Springer. r. 17. ISBN 978-88-470-5280-2.
- ↑ Morozov, A. I. (6 kanûna pêşîn 2012). Introduction to Plasma Dynamics (bi îngilîzî). CRC Press. r. 30. ISBN 978-1-4398-8132-3.
- ↑ Chu, Paul K.; Lu, XinPei (15 tîrmeh 2013). Low Temperature Plasma Technology: Methods and Applications (bi îngilîzî). CRC Press. ISBN 978-1-4665-0990-0.