Polîksenê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Polîksena hat beralîkirin)
Polîksenê
Πολυξένη
Qurban kirina Polîksenê-Charles Le Brun(1647)
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Polîksenê (bi yewnanî: Πολυξένη) keça keya Troyayê Prîamos û ya xatûn Hekabê bû. Zaroka wan ya herî biçûk bû. Dilê Axîlêûsa Akayî keti bû wê.

Qurbankirina Polîksenê, Muzeya Çanakkaleyê (Tirkiye)

Çîroka wê ji xeynî destana Îlyadayê, pêşbîniyên Axîlêûs de hatiye gotin. Polîksenê jî ji bo xwestina laşê Hektorê li bavê xwe hatibû. Dilê wî kete kujerên birê xwe Hektorê. Axîlêûsê ra teklîfa xulamtiya xwe kir, Axîlêûs vê teklîfê qebûl kir û Polîksenê bû xulama wî. Wextekî şûnde Axîlêûs jî aşiqê wê bû. Axîlêûs ji Prîamosê mûsadeya zewaca keça wî daxwaz kir, teklîfa beşdarbûna xwe ya nav hêzên troyayiyan jî kir. Nivîskarên kevnar vê yekê "îxaneta Axîlêûs" bi nav kirin. [1]

Axîlêûs ji bo ku Polîksenê ra bizewicî çû perestgeha Apolon. Çaxê hêviyên xwe ji peykera Apolonê dikir Parîsê birayê Hektor û yên Polîksenayê piştî peykera Apolon xwe xef kiribû. Derket û pê tîrekî binpehniya Axîlêûs (tendoma Aşîl) xist û ew kuşt.

Akayî ji bo ku sax vegerên welatê xwe, Polîksenê ku li ser kom axa Axîlêûsê digiriya kirin qurbanî. Xwîna wî rijandin ser gora Axîlêûs.

Ev çîroka efsaneyî li ser lahîta Polîksenê hatiye nîşandan.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ kovara Aktûel Arkeolojî/tîrmeh-tebax (rûpel:14)
  2. ^ kovara Aktûel Arkeolojî/tîrmeh-tebax (rûpel:14)