Polîsakkarîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Polîsakkarîd cureyek karbohîdrad e. Ji monomera glukozê pêk tê.

n(Monosakkarîd) → Polîsakkarîd + n-1(H2O)

Monosakkarîd bi bendên glîkozîdî bi hev tên girêdan û dibin zincîrek dirêj a polîsakkarîd. Dibe ku polîsakkarîdek ji deh hezaran pirtir monosakkarîdan çêbûyî be. Di xane û şaneyên zîndeweran de çar cureyên polîsakkarîdan heye. Ji vana nîşa û glîkojen polîsakkarîden ji boy enbar kirina adanên karbohîdradî(bi karbohîdrad) ne. Seluloz û kîtîn jî polîsakkarîdên binyadî ne.

Nîşa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amîlopektîn
Amîloz

Ji du molekula polîmerên glukozê, amîloz û amîlopektîn pêk tê. Riwek xurekê wekî hebikên nîşayê di xaneyên xwe de enbar dikin. Ku di nav xaneyek de molekulên nîşa hebe, bê şik ev xane xaneya riwekê ye. Riwek bi fotosentezê glukozê çêdikin, paşê vî glukozê di xaneyên reh û qurmê xwe de bi şiklê nîşa embar dikin.Nîşaya riwekan, %15-25an ji amîlozê û %85-75an ji amîlopektînê pêk tê. Amîloz û amîlopektîn polimerên glukozê ne. Zincîra amîlozê ne şaxdayî ye,molekulên glukozê bi hevdu re bi bendên glîkozîdî yen α(alfa) 1,4 tên girêdanê. Zincira xêzikî ya amîlozê di nav giraweya avî de şeklê lûlpêçê digire. Bi gelemperî molekulek amîlozê ji 500- 10000an molekulên glukozê pêk tê .Amîloz di nav avê de nabihuje (nahele). Molekula I2(Îyod) bi rengê sor e. Dema dilopek îyodê li ser nîşa bên dilop kirin,îyot dikeve nav zîncîra lulpêçî ya amîlozê û rengê nîşa dibe şîn-lacîwerd. Amîlopektîn ji amîlozê girtir e. Molekulek amîlopektînê bi gelemperî ji 2000-200000an molekulên glîkozê pêk tê. Zincîra amîlopektîn şaxdayî ye. Glîkoz bi bendên α 1,4 û bendên α 1,6 ê bi hev girêdayî ne. Amîlopektîn bi îyodê rengê binevşî digire. Li gor amîlozê, amîlopektîn di nav avê de hin bêhtir dibihuje. Ji bo ku nîşa ji parzûna xaneyê derbas bibe, divê bên herisandin. Enzîma amîlazê nîşayê bi hîdrolîzê parçeyê maltozê dike. Maltoz jî bi enzîma maltazê hîdrolîz dibe û glîkoz çêdibe. Dema mirov adanên bi nîşa dixwe, nîşa bi alikariya enzîman tê herisandinê û bi şiklê glukozê dikeve nav xaneyan.

Glîkojen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Glîkojen

Ji xeynî riwekan, hemû zîndewer ên prokaryotî û yên eukaryotî adan bi şiklê glîkojenê di nav xaneyên xwe de enbar dikin. Glîkojen polîmera glukozê ye. Ango molekulên glukozê bi reaksiyona dehîdrasyonê bi hevre tên girêdanê û dibin glîkojen. Glukoza zêde, bi alîkariya hormona însûlînê di xaneyên kezebê û masûlkeyên mîrovan de wekî glîkojen tê enbar kirin. Ne bi qasî kezeb û masûlkeyan be jî, xaneyên gûrçikê û xaneyên leukosîtan jî glîkojen dihûndirînin. Dema asta şekira xwînê dadikeve, glîkojena kezebê bi navbeynkariya hormona glukagonê, hîdrolîz dibe û glîkoz ji kezebê derbasê nav xwînê dibe. Glukoz bi gera xwînê belavê hemû şane û xaneyan dibe. Glîkojena masûlkeyan tenê ji bo xaneyên masûlkeyan dibe çavkaniya glukozê. Molekula glîkojenê dişibe molekula amîlopektînê,lê glîkojen girtir e û hê pirtir şaxdayî ye. Ji boy peydakirina ATP, çavkaniya yekemîn a xaneyê glukoz, a duyemîn jî glîkojen e. Ku di xaneyêk de glîkojen hebe, bi dilopa iyotê pirtikên glîkojenê rengê sor an jî qehweyî digire.

Seluloz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Seluloz

Molekulên glukoz lê pey hev rêz dibin û selulozê çêdikin. Di molekula selulozê de molekulên glukozê bi 180° ji hev badayî bi hev hatinê girêdanê. Ji ber wê sedemê, her çiqas ku monomerên seluloz û nîşayê glukoz bin jî, molekula selulozê ji ya nîşayê cuda ye. Dibe ku molekula selulozê ji sedan an jî bi hezaran molekulên glukozê çêbûyî be. Berevajiyê nîşayê, seluloz molekulek neşaxdayî ye. Molekulên selulozê li ber hev dirêj dibin û mîkrofîbrîl(hûrrîşal)an çêdikin. Dîwarê xaneyên riwekan û ên kevzên avê ji selulozê pêk tê. Loma li derdora dinyê de molekula organîk a herî zêde belavbûyî seluloz e. Mîkrofîbrîlên selulozê xurtayî didin dîwarê xaneyên riwekan. Seluloz bêbêhn û bêtehm e, di nav avê de nabihuje.Seluloz karbohîdrada binyadî ye, ajal nikarin selulozê biherisînin(hîdrolîz bikin) û jê glukoz derxin. Ajalên giyaxur bi alikariya bakteriyan selulozê parçê dikin. Ajalên wekî çêlek ,mîh, bizin, hêştîr ajalên hûrdar in. Di ûrê van ajalên giyaxur de bakteriyên ku selulozê diherisîn hene. Bakterî selulozê diherisînin nav molekulên piçûktir, an jî heta glukozê parçe dikin. Ajal bi vî awayê parçeyên selulozê an jî glukoza selulozê wekî adan digirin. Ajalên wekî kergoşk, hesp, kusî ajalên giyaxur ên bêhûr in. Di rûviya kor ên van zîndeweran de bakterîyên selulozê hene. Seluloz bi kêra van bakterîyan tê herisandinê. Loma rûviya kor a van ajalan ji ya ajalên din girtir e. Ji xeynî bakteriyan,hin cureyên karok jî selulozê diherisînin. Bi vî awayê riwek pûç dibin, dirizin û tevê xweliyê dibin.

Kîtîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kîtîn

Dîwarên xaneyên karok û qalikên artiropodan ji kîtînê çêbûyî ye .Di cîhana ajalan da, ajalên wekî dûpişik, kêzik, kulî, pîrik zîvzîve ajalên ji çîna artiropodan e. Kîtîn di qalikê artiropodan de erka kakûtê dike. Wekî hemû polîsakkaridan, kîtîn jî ji monomeran pêk tê,lê monomera kîtîn ne glukoza asayî ye. Glukoza di nav kîtînê di pekhateya xwe de ji xeynî atomên karbon, hîdrojen û oksîjenê, atoma azote jî li xwe digire. Molekula kîtînê dişibe molekula selulozê,lê her monomerên kîtînê de komek hîdroksîle bi komek amîn asetîlê cih guheriye. Monomerên kîtînê ne wekî glîkoz lê wekî glîkozamîna asetîl-N tên bi nav kirin.

Kalika dûpişkê ji kîtînê pêk tê.

Kîtîn di nav avê de nabihuje(nahele). Herisîna kîtînê gelek zor e. Piraniya ajal ji enzîma kîtînê, kîtînazê bêpar e. Bi gelemperî kîtîn wekî madeyek nayê herisandin tê qebul kirin. Kîtîn madeyek qaîşokî û zexm e. Ji boy birînên laşê mirov zû baş bibe,li nexweşxaneyan pizîşk kîtînê wekî tayê nîşdarî( tayên emelîyatê) bi kar tînin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]