Polonî (gel)
| Gelhe tevahî | |
|---|---|
| ~ 60.000.000 | |
| | 37.595.069 (2021) |
| | 10.600.000 (2015) |
| | 2.253.000 (2018) |
| | 1.800.000 (2007) |
| | 1.010.705 (2013) |
|
| 1.000.000 (2022) |
| Ziman | |
| Bi gelemperî; Zimanê polonî | |
| Baweriya dînî | |
| Xiristiyanî, cihûtî | |
Polonî[a] komeke etnîkî û yek ji neteweyên slavên rojavayî ye ku dîrok, çand û zimanê polonî ya hevpar parve dikin û bi welatê Polonyayê ya li Ewropaya Navendî têne naskirin.[1][2] Pêşgotina Destûra Komara Polonyayê neteweya polonî bêyî ku li kok an etnîsîteyê binêre, hemî welatiyên Polonyayê wekê neteweya polonî pênase dike. Piraniya polonîyan xwedî baweriya katolîsîzma romayî ne.
Ji 38.512.000 (li gorî daneyên sala 2011an) ku nifûsa tevahiya Polonyayê ye, hejmara kesên ku xwe wekî polonî li Polonyayê nas dikin, 37.394.000 kes in ku ji wan 36.522.000 kesan xwe bi tevahî polonî ragihandine.[3][4] Ji ber dagirkirina welatê wan (Polonya) ku ji sed salê zêdetir berxwe daye, diyasporayeke polonî ya berfireh li seranserê Ewrasya, Amerîka û Awistralyayê heye. Di roja îro de, piraniya kombûna bajarî ya polonîyan li herêma metropolîtan ên wekê Warşova û herêma bajarî ya Katowice ne.
Polonîyên etnîkî wekî neviyên lehiyên slavî yên rojava yên kevnar û eşîrên din ên ku di serdema antîk a dereng de li axên Polonyayê dijîn têne hesibandin. Dîroka tomarkirî ya Polonyayê vedigere zêdetirî hezar salan (~ 930-960 p.z.) ku polonîyên rojava eşîreke bi bandor ên li herêma Polonya mezin e ku gelek eşîrên Lehî di bin desthilata xanedaniya Piastê de bûne yek ku bi vî awayê yekem dewleta polonî ava kirine. Xiristiyanîkirina Polonyayê ji aliyê Dêra katolîk ve di sala 966an a p.z. de pêk hatiye ku ev bûye nîşana beşdarbûna Polonyayê ya civaka xiristiyaniya rojavayî. Lêbelê di tevahiya hebûna xwe de, dewleta Polonyayê siyasetek toleransî (xweşbînî) li hember kêmneteweyan şopandiye ku di encamê de gelek nasnameyên etnîkî û dînî yên polonîyan, wekî cihûyên polonî derketine holê.
Eksonîm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yekem car navê polonî Polacy ji eşîreke lehî ya bi navê polonên rojava hstiye ku ji nîvê sedsala 6an û vir ve li dora Çemê Wartayê ya li herêma Polonyaya Mezin dijîn.[5] Navê eşîrê ji peyva proto hind û ewropî ji *pleh₂- tê ku tê wateya deşt an erdê deştî ku bi topografiya herêmekê re têkildar e ku polonîyên rojava di destpêkê de lê bi cih bûne.[6][7] Pêşgira peyva pol- di piraniya zimanên cîhanê de dema ku behsa polonîyan tê kirin tê bikar anîn (spanî polaco, îtalî polacche, fransî polonais, kurdî polonî).
Etnogenez
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gelê polonî ji tevlîheviyek ji gelek komên etnîkî yên kevnar ên hatine ku berî û di dawiya serdema antîk de li axa Polonyaya îro jiyan kirine.[8][9] Herêm ji aliyê gelek eşîr û çandan ve hatiye bi cih kirin ku di nav wan de baltîkî, keltî, germanî, slavî, trakî û dibe ku bermahiyên proto hind û ewropiyên berê û gelên ne hind û ewropî hene.[8] Delîlên arkeolojîk ên ji çanda Lusatyan (~ 1300–500 b.z.) û her wiha çandên wekê Pomeraniyan, Przeworsk û Wielbark ên li pey hev nîşan didin ku li Polonyaya pêşdîrokî awaya demografîk a cihêreng heye. Ev çand bi komên etnîkî yên cûda ve girêdayî bûn ku di nav de keltî (bi taybetî li başûrê Polonyayê) û eşîrên germanî yên wekî vandalî û gotî û baltî yên li bakurê rojhilat hebûn.[8][10]
Di serdema koçberiyê de slavên pêşîn (~ 500–700 b.z.) bi awayeke berfireh li herêmê bicih bûne.[11] Koçberên slavî di yekîneyên eşîrî de birêxistin bûn û bermahiyên nifûsên berê asîmîle kirine ku bi vî rengî beşdarî etnogeneza slavên rojava û nasnameya gelek eşîrên polonî û lehî bûne.[12][13] Navên gelek eşîrên di lîsteya ku ji aliyê erdnîgarnasê bavyerayî ya nenas ve di sedsala 9an de hatiye berhevkirin de têne dîtin.[14] Di sedsalên 9 û 10an de eşîran herêmên pêşketî li ser Vistulaya jorîn, peravên Deryaya Baltîkê û li Polonyaya mezin ava kirine. Karê dawî yên eşîrî (sedsala 10an) bûye sedema awayiyeke siyasî ya mayînde û avakirina dewleteke polonî.[12][15]
Ziman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Zimanê polonî
Zimanê polonî zimanê zikmakî ya piraniya polonîyan e ku li Polonyayê û li doyasporayê ji aliyê poliniyên diyasporî ve tê bikar anîn. Polonî zimanekî slavî ya rojavayî ye ku yek ji zimanê koma zimanê lehî ye û yekane zimanê fermî li komara Polonyayê ye. Forma wê ya nivîskî alfabeya polonî bikar tîne ku alfabeya bingehîn a latînî ya bi zêdekirina şeş nîşanên dîyakrîtîk ku bi tevahî ji 32 tîpan pêk tê. Ji ber ku bi zimanê polonî bi zimanên wekê çekî û slovakî ve girêdayî ye, di seranserê dîrokê de ji aliyê zimanên wekê latînî, almanî û zimanên din ve bandorek kûr li zimanê polonî hatiye kirin.[16][17] Polonya ji aliyê zimannasî ve homojen e ku ji aliyê nêzîkî %97ê welatiyên Polonyayê zimanê polonî wekî zimanê xwe yê dayikê diyar kirine.[18]
Her çiqas gelek zarava û zimanekî herêmî li hinek herêman li kêleka poloniya standard hebûna berdewam bike jî, zimanê polonî ji aliyê axiverên zimanê polonî ve li piraniya Polonyayê bi awayekî yekreng tê bikar anîn. Zimanên herî berbelav li Polonyayê sîlesyayî ye, ku li Sîlezyaya Jorîn tê axavtin û zimanê kaşûbî ye ku bi berfirehî li Pomeranyaya Rojhilat (Pomerelia) ya dîrokî ku îro li beşa bakurê rojavayê Polonyayê ye, tê axavtin.[19] Zimanê kaşûbî wekî zimanekî cuda xwedî statuyek taybet e ku gelê Goral li başûrê çiyayî wekê zaravayê xwe yê nestandard, bidengdan û întonasyona xwe ya cuda bi kar tînin.[20][21]
Belavbûna erdnîgarî ya zimanê polonî ji aliyê guhertinên sinor û veguhestina nifûsê ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem ve pir bi bandor bûye ku dersînorkirin û bicihkirina bi darê zorê ya di wê serdemê de beşdarî ya homojeniya zimanî li zimanê heyî ya welêt kiriye.[22]
Not
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ polonî: Polacy, bilêvkirin: [pɔˈlat͡sɨ]; nêr (yekjimar): Polak, mê (yekjimar): Polka
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Waga, Teodor (1833). Historya ksia̜ża̜t i królów polskich krótko zebrana (bi polonî). J. Zawadzki.
- ^ Waga, Theodor (1857). Historya krolow i ksiazat polskich krotko zebrana dla lepszego uzytku Wyd. wilenskiem 1824 znacznie przerobiona i pomnozona. (Geschichte der Könige und Fürsten von Polen) pol (bi polonî). Zupanski.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). stat.gov.pl. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2025.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). stat.gov.pl. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2025.
- ^ "The Many Different Names of Poland". Culture.pl (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2025.
- ^ Żmigrodzki, Piotr (2011). "Maria Steffen-Batogowa, Tadeusz Batóg, Słownik homofonów polskich, Wydawnictwo Naukowe Uniwersytetu im. Adama Mickiewicza, Poznań 2009, s. 637". Język Polski. doi:10.31286/jp.91.2.20. ISSN 0021-6941.
- ^ Potkański, Karol (1922). Pisma pośmiertne (bi polonî). Nakł. Polskiej Akademji Umiejętnośći.
- ^ a b c Heather, Peter (4 adar 2010). Empires and Barbarians: The Fall of Rome and the Birth of Europe (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-975272-0.
- ^ Lukowski, Jerzy; Zawadzki, W. H. (2019). A concise history of Poland. Cambridge concise histories (Çapa 3). Cambridge (GB): Cambridge university press. ISBN 978-1-108-42436-3.
- ^ Gimbutas, Marija (1971). The Slavs. Ancient peoples and places, v. 74. London: Thames and Hudson. ISBN 978-0-500-02072-2.
- ^ Kobyliński, Zbigniew (2005). Fouracre, Paul (edîtor). The Slavs. The New Cambridge Medieval History. Cild 1. Cambridge: Cambridge University Press. rr. 524–544. ISBN 978-1-139-05393-8.
- ^ a b Curta, Florin (12 tîrmeh 2001). The Making of the Slavs: History and Archaeology of the Lower Danube Region, c.500–700 (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-139-42888-0.
- ^ Klemensiewicz, Zenon (1985). Historia języka polskiego. 1-3. Z Prac Instytutu Badań Literackich Polskiej Akademii Nauk (Çapa Wyd. 6). Warszawa: Państ. Wydaw. Naukowe. ISBN 978-83-01-06443-3.
- ^ Davies, Norman (2005). God's playground: a history of Poland: in two volumes. Oxford ; New York: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-925339-5.
- ^ Anacka, Marta; Okólski, Marek (2014). Migracja z Polski po akcesji do Unii Europejskiej . Warsaw University Press. ISBN 978-83-235-1619-4.
- ^ Język polski (bi polonî). Towarzystwo Miłośników Języka Polskiego. 2000.
- ^ Mańczak-Wohlfeld, Elżbieta (1995). Tendencje rozwojowe współczesnych zapożyczeń angielskich w języku polskim (bi polonî). Universitas. ISBN 978-83-7052-347-3.
- ^ Society, Amber Pariona in (18 tîrmeh 2018). "Which Languages Are Spoken in Poland?". WorldAtlas (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2025.
- ^ Adamczuk, Lucjan; Łodziński, Sławomir, edîtor (2006). Mniejszości narodowe w Polsce w świetle Narodowego Spisu Powszechnego z 2002 roku (Çapa Wyd. 1). Warszawa: Scholar. ISBN 978-83-7383-143-8.
- ^ "Cryptocurrency Prices, Market Cap, Trading Charts: Bitcoin, Ethereum and more at PiedPiper". PiedPiper: Crypto Prices, Live Charts and News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2025.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). instytutkaszubski.republika.pl. Ji orîjînalê (PDF) di 3 kanûna paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2025.
- ^ Gębal, Przemysław E. (2024). Gębal, Przemysław E.; Janowska, Iwona (edîtor). Theory and Practice of Polish Language Teaching: New Methodological Concepts. Interdisziplinäre Verortungen der Angewandten Linguistik. Göttingen: Brill V&R unipress [Imprint]. ISBN 978-3-8470-1650-2.