Portal:Kurdistan/Gotar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cejna Newrozê li Stenbolê, 2006
Cejna Newrozê li Stenbolê, 2006

Newroz cejn e ku faris, azerî, turkmen, belucî û hwd, her sal, şeva ku 20'ê adarê bi 21'ê adarê ve girê dide, agir dadidin û hatina buharê pîroz dikin.

Di dîroka kurdan de jî, newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî rîvayetê, Hesinkar Kawa, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û agir dadide. Ji wê rojê ve ye hemû gelên vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin.

Di demeke kevn de, li welatê bapîrên kurdan, pedişek hebû, navê wî Dehak bû. Dehak, keyekî pir zalim bû. Wî welatê kurdan wêran kir. Di gund û bajaran de mirov nehiştin. Zîndanên wî, ji girtiyan tim dagirtî bûn û celadên wî ji serîbirrînê nediwestiyan. Dehak bi awayekî ji xwe bawer, tim rûdinişt, zêr û zîv û kevirên buhadar, morîk û mircanên xizna xwe dijmartin, bi hespên xwe yên rewan û esîl serbilind bû û tu kes ji xwe mezintir û di ser xwe re nedidît.