Poxînka sîrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Poxînka sîrî, poxîna bi sîrê navê poxîneke pêjgeha kurd e. Di kurdî de ji helawên ardê (arvan) re, li hin deveran jî bo xwarinên ji danê tê bikaranîn. Ji kufteyên hûrik re herwiha poxînk (di hin devikan de poxnîk) dibêjin.

Li vir terîfeya variyanta parêzgeha Semsûrê hatiye dayîn.

Ferhengok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Poxînk, ji bo kufteyên hûrik jî tê bikaranîn
  • Pox (tiştê ne munasîb), ji bandora romî (tirkî)
  • Poxaça, kateyên hevîrê wê poxpoxandî ye, derbasê tirkî jî bûye û tirk dibêjin poğaça
  • Poxaçafiroş, kesên poxaçayan difiroşin
  • Poxaçeker (ê ku poxaçeyan çêdike)
  • Poxan, hewlî, antre, hewşa hundirê baxçeyê malê
  • Poxan (ji bo tiratên werzîş û ezmûnan), pont, puan, point
  • Poxang, avdankên, arîdankên mezin (xwelîdankên mezin)
  • Poxîn, xwarinên ji danê yan helawên ardê
  • Poxpoxandin, hevîr an tiştekê poxpoxandin, bi bayê werimandin, hesinê di germiyê de werimiyê ûêd
  • Poxpoxî, hatiye poxandin
  • Poxpoxîn, cihnavka lêkera poxpoxandinê

Berkeliya poxînka Semsûrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) îsota sor
  • 1 KÇ îsota reş
  • 1 pîvan têkela kufteya kolostîkê (bi tirkî kirine kolotîk) a bi mast
  • 2 serî pîvaz
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûn
  • 10 pelên pûjanê
  • 1 KX biharbêhna (biharat) pûjanê
  • 2 dd (dendik) sîr
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 2 KX ava lîmonê
  • 8 SA (stekana-qedeha avê) av

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têkele kufteya kolostîkê bistrên. Kufteyên xwe yên hûrik (bi qasî bindeqê) amade bikin. Van kufteyan di nava ava şor de bixaşînin. Pîvazan hûr bikin (xelekî yan wekî ya seleteyê), di nava rûnê de biqijilînin (zerayî pê ket bes e). Kufteyan berdin nava pîvazên qijilandî.

Îsotan bavêjinê. Yek-du kel pê ket, pûjanê hûr bikin, wan jî bavêjinê. Sîrê bikutin û tevlî bikin. Dawiyê de ava lîmonê jê pê werbikin û bi qasî 4-6 deqeyan bikelînin.

Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).