Prîamos
Prîamos | |
---|---|
Navê rastî | |
Mirin | Troya |
Sedema mirinê | Mêrkujî |
Hevwelatî | Troya |
Meqam | |
Hevjîn |
|
Partner | |
Zarok |
|
Dê û bav | |
Malbat | Dardanîdes |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Prîamos, şahê dawî yên keyaniya Troyayê ye. Heman demê de wek keyê Frîgyayê jî tê hesibandin.[1] Di destana Îlyadayê ji hezkirina welatê xwe navdar bûye. Di Şerê Troyayê de şahê hemû hêzên Troyayê bû.
Di dema şerî de tê gotin 18 keça wî û 68 kurê wî hebûn. Lawên wê herî navdar Hektor, Parîs, keça wî herî navdar jî Kasandra ye.
Di nav Şerê Troyayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şîna Hektorî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di şerê Troyayê de kurê wê ya fermandarê hêzên wê Hektor aliyê Axîleûsî hat kuştin. Prîamos û jina wê Hekabê jî vê yekê li ser surên Troyayê bi çavê xwe dîtin. Piştî mirina Hektorî bajarê Troyayê û welatê Îlîonê şîneke mezin hebû her kes qehr dibûya. Dê bav û hevjina Hektorî dixwastin qenebî bila laşê Hektorî destê wan da be lê laşê qehramana Troyayê destê akayiyan bû.[2]
Zeus xwedawendên dîn vê karê 'laş dizînê' pir acîz bûn. Axîleûsî ra diya wê Têtîsê şandin. Axîleûs gotina diya xwe razî bû , laşê Hektorî tu bidata Troyayê. Xwedawend Erîsê jî şandin ba Key Prîamos. Ji wê ra mîzgîniya 'dayîna laşê Hektorî' hat gotin.[3]
Prîamos diyariyan amade kir û kete rê. Hermês û xwişka Hektorî Polîksenê[4] jî pê ra bûn, Hermesî bi fermana Zeûsî Prîamos diparast. Xwe xef kirin û wîsa ketin nav leşkergehên akayiyan.[5]
Prîamosî çaxê Axîleûs dît çû ber çokê wî, çokê wî girt, lava û heviyan kir ku laşê kurê wî bîde te wî. Axîleûs destê Prîamosî girt û wê rakir piya. Axîleûs Prîamosî ra: Min jixwe laşê wî bidata te. Diyariyên Prîamosî qebûl kir. Bedena Hektorî da Prîamosî. Prîamos vegeriya Troyayê. [6]
Kuştina Keyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Prîamos heya ku bajarê ket destê akayan sax ma. Lê çaxê ketina Troyayê li rexê perestgehê[7] ji hêla kurê Axîleûs Neoptolemos ve bi awayekî dijwar hat kuştin.[8]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ (131) Troades - Seneca
- ^ HOMER. ÎLYADA. Troyayê şîn.
- ^ HOMER. ÎLYADA.Axîles û Prîamosî ra fermana Xwedawenda tê.
- ^ kovara Aktûel Arkeolojî/tîrmeh-tebax (rûpel:14)
- ^ HOMER. ÎLYADA.Prîamos di leşkergehên Akayîyanda ye.
- ^ HOMER. ÎLYADA.Destana Îlîos'ê Prîamos , ba Axîles.
- ^ (140) Troades - Seneca
- ^ (328) Troades - Seneca
Ev gotara têkildarî mîtolojiyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |