Proterozoyî
Proterozoyî, anku serdema proterozoyî, yek ji çar serdemên jeolojîk ên dîroka Erdê ye ku serdema sêyem a jeolojiya dîroka erdê ye.[1][2][3][4] Proterozoyî navbera dîroka di 2500 milyon sal heta 538,8 milyon sal berê werdigire û dirêjtirîn serdema demê ya jeolojîk a Erdê ye. Beriya serdema proterozoyî serdema arkeyî tê û piştî serdema proterozoyî jî serdema fanerozoyî tê ku beşa herî dawî ya supereona prekambrî ye.
Proterozoyî li sê serdemên jeolojîk tê dabeşkirin (ku ji serdema ji herî kevin heta serdema herî nû pêk hatiye) ku ji serdemên paleoproterozoyî û mesoproterozoyî û ji serdema neoproterozoyî yê pêk hatiye.[5] Proterozoyî ji xuya bûna oksîjena azad di atmosfera Erdê de heta demek berî belavbûna jiyana tevlihev li ser Erdê ku di dema Teqîna Kambrî de pêk hatiye, vedihewîne. Navê Proterozoyî ji du peyvên bi ku koka xwe yewnanî ye pêk hatiye ku protero- (πρότερος) tê wateya "berê, zûtir" û -zoyî (ζῶ) jî ku tê wateya "jiyan".[6]
Bûyerên naskirî ya baş ê di vê serdemê de veguherîna ber bi atmosfereke oksîjenî bû ku di dema paleoproterozoyî de bû ku pêşveçûna eukaryotan bi rêya sîmbiyojenezê; çend qeşabûnên gerdûnî ku qeşagirtina huronî ya 300 milyon salî (di serdemên sîderî û riyasî ên di serdema paloeproterozoyî de) û Erdê bi navê Goga Berfê ya texmînkirî (di serdema kriyojenî ya di dawiya neoproterozoyî de) pêk hatiye û serdema ediyakarî (635–538,8 Ms) ku bi pêşveçûna organîzmayên pirxaneyî yên nermlaş ên wekî sîfînk, alg, knîdar, bilaterî û biyotaya ediyakarî ya bêçalak (hinek ji wan hilberîna cinsî ya pêşxistibûn) hatiye taybetmendîkirin û yekem delîla fosîl a eşkere ya jiyanê li ser Erdê peyda kiriye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Oxford English Dictionary". Wikipedia (bi îngilîzî). 4 hezîran 2025.
- ^ "Definition of PROTEROZOIC". www.merriam-webster.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 hezîran 2025.
- ^ "Dictionary.com | Meanings & Definitions of English Words". Dictionary.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 hezîran 2025.
- ^ "stratigraphy.org" (PDF).
- ^ "The Proterozoic Eon". ucmp.berkeley.edu. Roja gihiştinê 8 hezîran 2025.
- ^ "eod.com". www.eod.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 25 hezîran 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 hezîran 2025.