Qada manyetîk

Di manyetîzm û elektromanyetîzmê de, qada manyetîk taybetmendiyek fizîkî ya fezayê ye ku tesîra magnetîkî li cihek diyarkirî dipîve. Qada manyetîk barên elektrîkê yên tevgerbar (di nav de sirêma elektrîkê) vediqetînin, li ser magnetan torkê didin da ku wan di rêça qada manyetîk de bizivirînin û magnet û materyalên magnetîkî yên wekî hesin dikişînin an dûr dixin. Wekî din, qadek manyetîk ya wext-guherbar sirêmên elektrîkê çêdike. Qadên magnetîkî ji hêla materyalên magnetîkî û bi barên elektrîkê yên tevgerbar (di nav de herikîna elektrîkê heye) ve têne afirandin. Ya paşîn di afirandina elektromanyetan de giring e: cihazên ku qadên manyetîk bi guhertina herikînê bi rêya elektromanyetî bi rastî kontrol dikin.
Di zanist û teknolojiya nûjen de, qadên manyetîk bi berfirehî tên bikaranîn. Di warê endezyariya elektrîkê û elektromekanîkê de, ew qad di sêwirandin û bikaranîna motorên elektrîkî, generator, transformator, elektromanyet û înduktoran (û gelek amûrên din) de xwedî giringiyeke mezin in.[1] Di warê zanista materyalan de jî, hêzên manyetîk, ligel bikaranînên din, bi rêya Tesîra Hall derbarê hilgirên barê elektrîkê yên di nav materyalekê de agahiyan didin.
Di jeolojî û jeofizîkî de, qada manyetîk a Erdê derbarê hundirê gerstêrkê de agahiyan dide, lê pîvandinên qada magnetîk a herêmî di lêgerîna madenê û pîvandinên din de têne bikaranîn. Herwiha, qada manyetîk a Erdê manyetosferekê çêdike ku tebeqeya ozonê û beşên din ên gerstêrkê li hemberî bayê rojê diparêze. Di fizîkê de, têkiliya di navbera qadên manyetîk û elektrîkî de qada elektrodînamîkê pêk tîne; ew qad ji bo têgihiştina gelek diyardeyan, di nav de ronahî (ku wekî radyasyona elektromanyetîk jî tê zanin) û taybetmendiyên anten û xetên veguhastinê, giring e.
Ji ber ku hem hêz û hem jî arasteya qada manyetîk dikarin li gorî cih biguherin, ew bi awayekî matematîkî bi rêya danîna vektorekê ji bo her xaleke fezayê tê pênasekirin; bi wî awayî ew dibe qada vektorî. Du qadên vektorî yên ferq, lê bi awayekî nêzîk bi hev ve girêdayî, hene ku her du jî wekî "qada manyetîk" tên binavkirin. Ew qad bi tîpên B û H tên nîşandan. Herçend nîqaşeke dirêj li ser navên herî guncaw ên van qadan hebe jî, bingeha fîzîkî ya wan nayê nîqaşkirin û li ser wê lihevkirin heye.[2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Poynting, J. H. (31 kanûna pêşîn 1884). "XV. On the transfer of energy in the electromagnetic field". Philosophical Transactions of the Royal Society of London (175): 343–361. doi:10.1098/rstl.1884.0016. ISSN 0261-0523.
- ↑ "B and H, the intensity vectors of magnetism: A new approach to resolving a century-old controversy". ui.adsabs.harvard.edu. r. 438. Roja gihiştinê 13 tebax 2026.