Qada Bêriyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Qadabêrîyan hat beralîkirin)

Qada Bêriyan an jî Qada Bela (ji hêla gel "Qada Bêriyon" hatiye şiwet kirin, bi tirkî "Güngören Köyü"), gundekî girêdayî bajarê Meletî, navçeya Erxewanê ye.

Gundê Qadabêriyon li 14 km. bakurê navenda navçeya Erxewanê ye. Gund li ser deşteke ku di nav çiyayên Kortepe û Qaraquzê de dirêj dibe hatiye avakirin. Ew deşt gelek zeviyên adan û kaniyên avê dihewîne.

Li başûrê Qadabêriyan Qizix, li bakur Komirlix, li Rojava Reşan û li rojavayê bakur Goxac hene. Erdê vî gundî ji Zîyaretê Êratî heta zozana Ovacix bi aliye rojavayê bakur ve dirêj dibe. Lewma Qadabêriyan cîranê gundên Goçeryan û Şotikan e.

Gund li sê parçêyan li cih bûye. Obê Jêr, Obê Jor u Xirabe. Obê Jer û Obê Jor di taxa navenda gund de ne. Xirabe ji mezrekî 500 m bakurê navenda gund pêk tê. Di nav Obê Jor û Obê Jêr kaniya gir û meydaneke pê dibejin "Boza" hene. Li Xirabe, jêmayên şaristanekî kevn hene. Lê ti lêgerînek derbarê ve şaristanê de tine ne.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundê Qadabêriyan gundê eşîra Atmî ye. Hemû kes li vê gundê Kurd û Elewî ne.

Gund dû - sê sed salan ji ber vê li cihêki çiyayî, li Rojavayê Bakûrê cîhe îroyîn hatiye saz kirin. Piştî sazkirina komarê Tirkiyeyê li cihê xwe yê îroyîn bi cîh bûye.

Ji gundê Qadabêriyan pênç malbat hene. Qadabêriyan, Şahînan, Qaroşan, Çiman û Coşkun û 40 xane dihewîne.

Îro, muxtarê gundê Ali Haydar Kaya ye.