Here naverokê

Qanûnên Ur-Nammuyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qanûnên Ur-Nammuyê
  • Clay tablet
  • dad
  • sources of law Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
30°58′Bk 46°06′Rh / 30.96°Bk 46.1°Rh / 30.96; 46.1
DewletThird Dynasty of Ur Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanZimanê sumerî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
Nivîskar
  • Urukagina's code Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Qanûnên Ur-Nammuyê qanûna naskirî ya herî kevn e ku heta niha maye. Qanûn li Mezopotamyayê hatiye nivîsandin ku li ser tabletan bi zimanê sumerî, li dora salên 2100–2050 b.z. hatiye nivîsandin. Tê qanûne daxuyaniyên bihêz ên desthilatdariya padîşahî hene ku padîşah dibêje: "Min dijminahî, tundûtûjî û qîrîna edaletê ji holê rakiriye."

Dîtina qanûnê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1902an de di dema kolandinên arkeolojîk ên li xirabeyên bajarê Nîpûr de, nusxeyek ji Qanûnên Ur-Nammu ku li ser du tabletên axê hatibû nivîsandin, hatibûn keşifkirin. Di wê demê de tu lêkolîner eleqeyek taybetî nîşanî vê dîtinê nedan, ji ber ku bala zanyaran li ser nivîsara hammurabî bû ku di wî demê de hatibû keşifkirin. Piştre tabletê dibin muzexaneya Stembolê, li wir kurator F.R. Kraus wan di bin hejmara 3191 de tomar dike û diyar kiriye ku ew mijarên qanûnî ne.

Guhertoya yekem a kodê (Ni 3191), nusxeyek ji serdema Babîliya Kevin di du perçeyan de ye ku li Nîpûrê hatiye dîtin, di sala 1952an de ji aliyê Samuel Noah Kramer ve hatiye werger kirin.[1] Ev perçe niha li Muzeya Arkeolojiyê ya Stembolê ye.[2] Kramer destnîşan kiriye ku qanûn bi awayekî ne çaverêkirî hatiye dîtin:[2]

Bi îhtimaleke mezin, ger nameyeke guncaw ji F. R. Kraus ku niha profesorê lêkolînên nivîsên mixî ya li Zanîngeha Leidenê ya Holendayê ye, nebûya, min ê tableta Ur-Nammuyê bi tevahî ji dest bidaya... Di nameya wî de hatibû gotin ku çend sal berê, di dema erkên xwe yên wekî kurator li Muzexaneya Stembolê de, ew rastî du perçeyên tabletekê hatibû ku li ser qanûnên Sumerî hatibûn nivîsandin, herdu perçe "bi hev ve girêdabû" û tableta encam wekî hêjm. 3191 a koleksiyona Nîppur a Muzexaneyê tomar kiribû... Ji ber ku tabletên qanûna sumerî pir kêm in, min tableta hêjmar 3191 anî ser maseya xwe dest bi lêkolînên xwe kir. Li wir li erdê tabletek bi rengê qehweyîya vekirî ku bi mezinahiya 20x10 santîmetreyan disekînî. Zêdetirî nîvê nivîsê hatibû deformekirin û tiştê ku hatibû parastin di destpêkê de bi awayekî bê hêvî nedihat xwendin. Lêbelê piştî çend rojên bi lêkolîneke kûr, naveroka wê dest pê kir ku zelal bibe û awa bigire û min bi kelecaneke mezin fem kir ku tiştê ku di destê min de bû nuxseyek ji kevintirîn qanûnan bû ku heta niha ji aliyê mirovahiyê ve hatiye zanîn. —Samuel Kramer, Dîrok bi sumeran re dest pê dike

Du perçeyên tabletên din (IM 85688+85689) ku niha li Muzexaneya Iraqê li Bexdayê têne parastin, bêyî pêşgotin an formula dawî, li Ur hatine dîtin û di sala 1965an de hatin wergerandin ku rê daye ku nêzîkê ji 57 qanûnan, 30 qanûn ji nû ve sererast kirin. Du mînakên din ên qanûnan li Sipparê hatine dîtin. Yek ji wan (Si 277) ku li Muzexaneya Stenbolê tê hilanîn, pêşgotin û rêzên 125-79 ve vedihewîne.[3] Yeka din jî (BM 54722+) li Muzexaneya Brîtanî tê hilanîn, qanûn û beşek ji formula dawî hildigire.[4]

Pêşgotin qanûnê destnîşan dike ku qanûnan rasterast qiralê Ur-Nammu yê Ur (2112–2095 BZ) destnîşan dikin. Nivîskarê ku qanûnan li ser tabletan bi tîpên mîxî nivîsandiye hê jî mijara di bin nîqaşê de ye. Hinek lêkolîneran ji bo nivîskarê qanûnan kurê Ur-Nammu, Şulgî destnîşan dikin.

Her çiqas ku tê zanîn qanûnên berê qanûnên wekê Qanûna Urukagina hebin jî, ev nivîsara qanûnî ya herî kevin e ku heta roja îro hatiye. Qanûnên Ur-Nammuyê sê sedsalan ji Qanûna Hamûrabiyê kevintir e. Qanûn bi şêwazeke kazuîstîk wekî EGER (sûc) PIŞTRE (ceza) hatine rêzkirin ku ev yek şêwazek e ku hema hema di hemî qanûnên paşîn de hatine berdewam kirin. Ew cezayên tezmînatê yên pereyan ji bo zirara laşî destnîşan dike ku berevajî prensîba lex talionis ('çav ji bo çav') a qanûna babîlî ya paşê ye. Lê belê kuştin, dizîn, zîna û destdirêjê sûc bûn ku bi cezayê mirinê dihatin cezakirin.

Qanûn nihêrînek li ser avahiya civakî ya di dema xanedaniya sêyemîn a Ur de eşkere dike. Di bin lugal ("mirovê mezin" an padîşah) de, hemî endamên civakê beşek yek ji du tebeqeyên bingehîn bûn ku kesê lu azad, an kole (mêr, arad; jin geme) bûn. Jin (munus) dema ku keç bû (dumu-mi) dema ku keç dizewicî (dam), eger ew ji mêrê xwe dirêjtir bijî, wê demê jinebiyek wekê (nu-ma-su) dihat binavkirin ku dikarîbû ji nû ve bizewice.

Pêşgotina ku ji bo qanûnên Mezopotamyayê tîpîk e ji bo padîşahiya Ur-Nammu, fîzaran ji xwedawendê Nanna û Utu dike û ji bo "edaleta li welêt" daxwazên xwe tîne ziman.

... Piştê ku An û Enlîl Padîşahiya Urê radestî Nanna kirin, di wê demê de Ur-Nammu, kurê ji Ninsun hatiye dinê ku li gorî prensîbên wî yên edalet û rastiyê, ji bo diya xwe ya delal ku ew aniye dinyayê... Di wî demê de Ur-Nammu, şervanê bihêz, padîşahê Ur, padîşahê Sumer û Akadê, bi hêza Nanna, rêzdarê bajar, û li gorî gotina rast a Utu, li welêt edaletê ava kiriye; Wî xirabiyê, tundûtûjî û pevçûnan ji holê rakir û lêçûna mehane ya Perestgehê li ser 90 gur ceh, 30 pez û 30 sila rûnê malan destnîşan kir. Wî pîvana sila ya ji bronz çêkiriye ku giraniya yek mina standard kiriye û giraniya kevirê şîkelê zîv li gorî yek mîne standard kiriye... Sêwiyan neda destê dewlemendan, jinebiyan nedan destê kesên bihêz, zilamê yek şekel nedan destê zilamê yek mina.

Yek mina (1⁄60 ji telantê) ku wekhevî 60 şekelan bû (1 şekel = 8,3 gram, an 0,3 ons).

  1. ^ Kramer, S. N. (1954). "Ur-Nammu Law Code". Orientalia. 23 (1): 40–51. ISSN 0030-5367.
  2. ^ a b Kramer, Samuel Noah (1956). History begins at sumer (bi îngilîzî).
  3. ^ Yildiz, Fatma (1981). "A Tablet of Codex Ur-Nammu from Sippar". Orientalia. 50 (1): 87–97. ISSN 0030-5367.
  4. ^ Frayne, Douglas (15 kanûna pêşîn 1997). Ur III Period (2112-2004 BC) (bi îngilîzî). University of Toronto Press. doi:10.3138/9781442657069. ISBN 978-1-4426-5706-9.