Qehweya kezwanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Qehweya kurdî
Kezwan

Qehweya kezwanê, kafêya kezwanê, qehweya kurdî di dîwanên kurdî de nedihate vexwarin lê dîwan belav bibûya didan ser. Lewra sedsalên dawiyê qehweya erebî bûye moda. Ji kezwanê re şengêl, şînok jî dibêjin lê di rastiyê her yek ji wan cureyekê kezwanê ye. Navê zanistî yê vê darê Pistacia terebinthus e.

Çêkirin[biguherîne]

Ji darên kezwanê hebikên wê tên berhevkirin. Dara kezwanê payîzê ber dide. Hebik di nava sac an rûnbirêşkê de tên qelandin. Paşê hebik tên hêrandin. Çêkirina wê ji kafêyên din ne cuda ye. Heger mirov vê kafêyê berde nava ava dikele, kelê pê bîne, baştir e ku bi ava sar bidin ser agir.