Qelşa Albertînê

Qelşa Albertînê qelşeke erdnîgarî ye ku şaxeke rojavayî ya Qelşa Afrîkaya Rojhilat e. Qelşa Albertînê hinek beşên welatên wekê Ûganda, Komara Demokratîk a Kongoyê Rwanda, Burundî û Tanzanyayê vedigire. Qelş ji dawiya bakurê Gola Albertê heya dawiya başûrê Gola Tanganyikayê dirêj dibe. Ev têgeha erdnîgarî gelî û çiyayên derdorê Qelşa Albertîneyê vedihewîne.[1]
Jeolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Qelşa Albertînê û çîyayên li deverên Albertînê encama tevgerên tektonîkî ne ku hêdî hêdî Plateya Somaliyê ji parzemîna mayî ya Afrîkayê vediqetînin. Çiyayên ku li dora qelşê ne ji zinarên jêrzemîna Pre-Kambriyan ên bilindkirî pêk tên ku li beşan ji aliyê kevirên volkanîkî yên serdema dawiyê ve hatine dorpêç kirin.
Çîyayên Albertînê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ji bakur ber bi başûr ve Deşta Lenduyê, Çiyayên Rwenzoriyê, Çiyayên Vîrungayê û Çiyayên Itombweyê hene.[2] Di heman demê de Çiyayên Rwenzoriyê wekê “Çiyayên Heyvê” ya Ptolomeus hatiye naskirin. Rêzeçîyayên li deverê qadeke bi dirêjahiya 120 km dirêj û bi berfirehiya 65 km berfireh vedihewîne. Ev rêzeçiya çîyayên wekê Çiyayê Stanleyê (5.119 m), Çiyayê Spekê (4.890 m) û Çiyayê Bakerê (4.843 m) vedihewîne.[3] Masîfa Vîrungayê ya li ser sinorê di navbera Rwanda û KDKê de ji heşt volkanan pêk tê ku didu ji van volkanan, Nyamuragira û Nyiragongo heta roja îro jî çalak in.[3]
Blokên çiyayî yên veqetandî yên ku ber bi başûr ve diçin Çiyayê Bururi li başûrê Burundi, Çiyayên Kungwe-Mahale li rojavayê Tanzanya û Çiyayê Kabobo û Çiyayê Marungu li Komara Demokratîk a Kongoyê; li peravên Gola Tanganyikayê cih digirin. Piraniya girseyan di navbera 2.000 mêtre û di navbera 3.500 mêtreyan de bilind bûne.[4]
Çem û gol
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Parçeya bakur a qelşê ji aliyê du rêzên çiyayên mezin ve bûye du beş. Çiyayên Rwenzoriyê di navbera Gola Albertê û Gola Rutanzigê (bi navê berê berê Gola Edwardê) û Çiyayê Virungayê jî di navbera Gola Rutanzigê û Gola Kivuyê de bilind bûne. Çiyayên Vîrungayê di navbera Hewzeya Nîlê de li bakur û rojhilat û Hewzeya Kongoyê li rojava û başûr astengiyeke çêkiriye. Gola Rutenzigê ji aliyê çend çemên mezin tê xwedîkirin ku Çemê Rutşuruyê jî di nav de ye ku ev çem ji bakur ve bi rêya Çemê Semlikiyê diherike Gola Albertê. Nîl a Vîktoryayê ji Gola Vîktoryayê diherike dawiya bakurê Gola Albertê û wekê Nîl a Spî ji xaleke ber bi rojava ve derdikeve û ber bi bakur ve ber bi Deryaya Navîn ve diherike.[5]
Li başûrê Virunguyê, Gola Kîvuyê bi rêya Çemê Ruzîziyê diherike û dikeve Gola Tanganyîkayê. Careke din dîsa Gola Tanganyîka bi rêya Çemê Lukugayê diherike nav Çemê Kongoyê. Sîstema hîdrolojîk a heyî vê dawiyê hatiye damezrandin dema ku volkanên Virunga teqiyan û herikîna avê ya ji Gola Kîvuyê ber bi Gola Edwardê ve, ber bi bakur ve asteng dike û piştre ber bi başûr ve diherike nava Gola Tanganyîkayê.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Bruijnzeel, Leendert Adriaan; Scatena, Frederick N.; Hamilton, Lawrence S. (2010). Tropical montane cloud forests: science for conservation and management. International hydrology series. Cambridge (GB): Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-76035-5.
- ↑ "Central Africa: Eastern Democratic Republic of the | Ecoregions | WWF". World Wildlife Fund (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 29 nîsan 2025.
- 1 2 3 Erfurt-Cooper, Patricia; Cooper, Malcolm, edîtor (2010). Volcano and geothermal tourism: sustainable geo-resources for leisure and recreation. London ; Washington, DC: Earthscan. ISBN 978-1-84407-870-7. OCLC 499178654.
- ↑ "Albertine Rift mountains". web.archive.org. 4 hezîran 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 hezîran 2012. Roja gihiştinê 29 nîsan 2025.
{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ↑ Erfurt-Cooper, Patricia; Cooper, Malcolm (2010). Volcano and Geothermal Tourism: Sustainable Geo-resources for Leisure and Recreation (bi îngilîzî). Earthscan. ISBN 978-1-84977-518-2.