Qelaşînk
Qelaşînk | |
---|---|
![]() | |
Qelaşînkekî Ewropayê ku sedpiyek girtiye. | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Coraciiformes |
Famîle: | Coraciidae |
Cins: | Coracias |
Cure: | C. garrulus |
Navê zanistî yê latînî | |
Coracias garrulus Linnaeus, 1758 |
Qelaşînk qeleşînk, bûkcuhî, şînşînk,qerejok, kerhajo, keraco, qirhajo, kaselleşînke, xumeşînke an qelaşînkê Ewropayê (Coracias garrulus), cureyekî masîgiran e.
Dabeşandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Du binecureyên qelaşînkan hatine danasîn ta niha:
- Coracias garrulus semenowi
- Coracias garrulous garrulus
Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Qelaşînk çûkekî qelew e ku dirêjiya wî di navbera 29–32 cm de ye û tevî baskan dirêjiya wî di navbera 52–58 cm de ye. Giraniya qelaşînkê nêr di navbera 127 – 160 graman de û yê mê di navbera 130 – 154 graman de ye. Rengê wî şîn û rengê paşiya wî pirteqalî-qeheweyî ye.[2]
Reftar û parêzî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Hinek komên qelaşînkan bi riya Hindistanê ber bi aliyê Afrîkayê ve koçber dibin. Qelaşînk li balafirekî dehimî bû gor ku hatibû tomarkirin jor deryaya Erebistanê.[3] Qelaşînk li ser daran, dîreg an têlan dilîse. Dengê wî wekî qirikan e ku sext e. Qelaşînk li xijendeyên biçûk wek qirtîş û marên biçûk, çûkên jar, pîrê, kojerên biçûk, beq, mêş û mûr wekî çirçirk, kulî, sedpî û kêzikan digere û dixwe.[4] Qelaşînk nêzî şeş hêkan dike di hêlînên avakirî di kunên daran.
Jîngeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Qelaşînk cotgehên tevlihev, newalên çeman, û deştên zuha û germ ku tê de darên belavbûyî dijî ye.
Belavbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Binecureyê qelaşînkê (C. g. garrulous) li bakur-rojavaya Afrîkayê, başûr-rojava û başûr-navîna Ewropayê, Asyaya biçûk (Tirkiye û Bakurê Kurdistanê) ta bakur-rojavaya Îranê (rojhilatê Kurdistanê) û başûr-rojavaya Sîbîryayê li Rûsyayê belav dibe.[5]
Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ BirdLife International (2012). "Coracias garrulus". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja wergirtinê: 16 tîrmeh 2012.
{{cite web}}
: Invalid|ref=harv
(alîkarî) - ↑ del Hoyo, J., Elliott, A. and Sargatal, J. (1994) Handbook of the Birds of the World. Vol. 6: Mousebirds to Hornbills. Lynx Edicions, Barcelona.
- ↑ Satheesan, S. M. (1990) Bird-aircraft collision at an altitude of 2424 m over the sea. J. Bombay Nat. Hist. Soc. 87(1):145-146
- ↑ del Hoyo, J., Elliott, A. and Sargatal, J. (1994) Handbook of the Birds of the World. Vol. 6: Mousebirds to Hornbills. Lynx Edicions, Barcelona.
- ↑ Del Hoyo, J., Elliott, A. and Sargatal, J. (1994) Handbook of the Birds of the World. Vol. 6: Mousebirds to Hornbills. Lynx Edicions, Barcelona.
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Qelaşînk de hene

- http://www.iucnredlist.org%7CSer rewşa qelaşînkan
- Qelaşînk - Species text in The Atlas of Southern African Birds.
- Deng, wêne û vîdiyoyên Qelaşînk Girêdana arşîvê 2013-11-21 li ser Wayback Machine
- Qelaşînk li Tirkiyê
- Oiseaux Wêne
- Ageing and sexing (PDF; 4.5 MB) by Javier Blasco-Zumeta & Gerd-Michael Heinze Girêdana arşîvê 2013-11-12 li ser Wayback Machine