Qelandina goştê berxê û kartolê
Xuyakirin
Qelandina goştê berxê û kartolê bi taybetî li Serhedê ji bo mêvanan tê çêkirin. Li Çewlîgê bêhtir deng vedaye, wekîn xwarineke Bîngolê jî tê zanîn. Qelandinên wiha li başûrê Kurdistanê û Botanê bi tevî hin biharbêhnên (biharat) teze tên bitehmkirin. Her herêm a xwe çêjdartir dibîne.
Berkeliya "kartolkebaba Bîngolê"
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 10 kartol (qompîr, patet, kepole)
- 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê tîr (margarîn an nivîşkî)
- 150 gr tîkegoşta berxê
- 2 îsotên dirêj ên heşîn (tûj)
- 1 KX mergeya fringiyê
- Qevdek îsota tûj (îsota sor, îsota pûlpelî)
- 1 SA (stekana-qedeha avê) savara hûrik (girara hûrik)
- 1 serî pîvaz
- 2 fringî (pamîdor, bacanê sor, tomatos)
- Li ser daxwazê qevdek biharbêhna merzekewê (rihan)
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tîkegoştê bidin ser agirê nizm, heya ava xwe kişand bihêlin. Rûn berdin navê, goşt bi tevî pîvaza hurkirî biqelînin. Fringî û îsota hûrkirî tevlî bikin, heya fringiyan ava xwe kişand biqelînin. Xwê, îsota tûj, merge û kartolê berdin navê, çend kelan pê bînin.
Savarê tevlî bikin, heya savar bû, bikelînin. Beriya servîskirinê hinekê bidin sekinandin.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |