Qereçol

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qereçol, gundê Qereçolê, gundekî navçeya Bismila Diyarbekrê ye. Ev gund li ser riya Êlihê ye. Li derdora wî gundî, gundê Fetlê, Zeko û Mere hene.

Çemek di wî gundî re derbas dibe, li hemberên wî çemê Sorka heye, Sorka gundekî şêxa ye. Di wî çemî de masî yê cur bi cur dijîn.

Qereçol gundekî piçûk e, bi tevayî ji bîst malî[çavkanî hewce ye] pêk tê. Gund tev ji malbateke mezin e. Kesên ku li wî gundî dijîn giş kur apê hev dû ne. Mizgefteke wanî piçûk jî heye nimêj û teatê xwe li wê mizgeftê dikin.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qereçolê xwedî erdên mezin e. Di erdê wê de hewêc tên çandinê, wek nîsk, genim, ce û hwd.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]