Qereş
Xuyakirin
Qereş şîraniyek ji pêjgeha kurd e. Heger ji qeresîyê hatibe çêkirin navê wê dibe qeres, heger ji mewij an qeysiyê be jî qereş. Li ser navê vê şîranîyê lêkonîkekê nîne lê îhtîmal e ku berê tenê ji qeresê dihatibûye çêkirin. Li herêma Amedê bêhtir tê zanîn.
Berkeliya (melzemeyê) qereşa Amedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1 lt av
- 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) devtî (nîşaste)
- 50-60 gr çîr, ango qeysiya hişk (arûng, şelane, zerdeleya hişk)
- 200 gr mewija tiriya reş
- 200 gr şekir
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mewij û çîrê ji êvar de bikin nava avê bila nermijî bibin. Sibeyê tiriyan pakij bişon, bi avê bidin ser agir. Keliya, bipelixînin, li makêşê bixin, avê lê zêde bikin (bila dîsa bibe 1 lt), dîsa bidin ser agir.
Qeysiyan herwiha bişon, tevlî bikin. Qeysî nermijî bûn, şekir berdin navê û du caran kelê pê bînin.
Devtiyê tevlî bikin, bipelixînin, bi wê jî du caran kelê pê bînin û li binikên servîsê yên xwarinê parve bikin.
Gotin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Xal bê xalojin, xalojin bê qeres (? qereş) nabe.
Stran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bi awazê kurdî û ji ber asîmîlasyonê bi zimanê tirkî, strana "Zeko Huznîsiz olmaz, pilav qereşsiz olmaz".
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |