Here naverokê

Qereyilan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qereyilan, Mele Mihemedê Kurd Elîfê, Marê Reş, Xîzo yan Mihemedê Bazarcixê yek ji serîhildêrên kurdan e.

Ew di sala 1888an de li gundikê Kurd Elîfa Bazarcixê ji dayîk bûye û di 24 gulan 1920an de li Dîlokê di şerê serîhildêrên kurdan li dijî frensiyan de jiyana xwe ji destdaye. Hin kes dibêjin ew ji aliyê dûgela Tirk ve hatiye kuştin.

Mele Mihemed kesekî dewlemend, oldar û kurdperwer bûye. Di 16 saliya wî de bavê wî ji aliyê ermeniyek ve di şerê mêrkujiyê de hatiye kuştin û ew sêwî maye. Li mizgeft û medreseyan perwerdeya olî dîtiye. Ji ber ku bavê wî ji aliyê ermeniyek ve hatiye kuştin, di zaroktiya xwe de bi hestên dijî xiristiyan û ermeniyan mezin dibe. Di Şerê Cîhanî yê yekem, di artêşa Osmaniyan de li dijî ûrisan şer dike û him madalya digire, him jî giran birîndar dibe.

Serkanên artêşa tirk, jêhatîbûna Mele Mihemed dibînin û wî dikin çawîş. Lê ji aliyekê ve jî ji Mele ditirsin. Lewra Mele hergav behsa Kurdistanê û mafê kurdan dike. Dostaniya Mele û serkanê artêşa osmaniyan ê mezin Kazım Karabekir çêdibe. Karabekîr navê "Qereyilan" pêve dike û êdî navê Mele dibe "Marê Reş". Karabekîr dixwaze Mele li dijî Serhildana Bozan Beg (Bozo) a bandora xwe li ser kurdên Deryaya Spî heya Dîlokê kiriye bikarbîne. Dema Mele giranbirîndar ji şerê Ûris vedigere Bazarcixê Kazim Karabekîr jê re têlgrafan dişîne û soz dide wî ew dê piştî safîbûna problema ermeniyan û şer, mafê kurdan bidin. Ew ê Kurdistanê bipejirînin û berpirsiyariya herêmên kurdan ên Deryaya Spî, eşîra Sînemilî, Gurgum û Meletiyê bidin Mele Mihemed. Pêwîst e Mele li van deveran kurdan berhev bike û berê ji bo azadiya hemî kurd û tirkan bixebite.

Li aliyê din, li van herêmên Karabekîr behs dike Serhildana Bozan Beg pêl daye. Bozan Beg ji aliyê rêxistinî, leşkerî û sazkirina biratiya kurd û ermeniyan de bala hikûmeta tirk dikişîne û artêşa tirk naçar e ku serî bi Bozan Beg re bikişîne. Hikûmet di wê tirsê de ye jî Mele Mihemed û Bozan Beg yekîtiyek di nava xwe de avabikin. Divê miheqeq nakokî û dijminahî di nava her du seriyan de pêk were. Peyayên dewletê gelek provokasyonan li dardixin û biserdikevin. Yekîtiya di nava herdu koman de xirab dibe.

Bi alîkarî û sozdayînên dûgela tirk Mele Mihemed dest bi rêxistinîbûnê dike. Xwe li navenda Dîlokê bicihdike û tevlî parastina bajêr ji frensiyan dibe. Di 24 gulan 1920an de tê kuştin û meytê wî di mizgefta Qeregozê ya Dîlokê de tê dîtin.

Gorî dîroka fermî ya dûgela tirk Mele Mihemed li Girê Nîskê (Sarmisak Tepe) ji aliyê frensiyan hatiye kuştin. Lê eşkere nîne ka bi çi awayî laşê wî hatiye mizgeftê. Hin jî dibêjin ew li ser nimêjê di mizgeftê de ji aliyê peyayên dûgela tirk hatiye kuştin.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]