Qesra Şîrîn (navçe)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Qesrê Şîrîn (şaristan) hat beralîkirin)

Şaristana Qesra Şîrîn yek ji navçeyên parêzgeha Kirmaşanê ye. Navenda vê şaristanê bajarê Qesra Şîrîn e. Sûmar jî bajarê dîtir yê vê şaristanê ye. Şaristana Qesra Şîrîn ji bakur û rojava bi dewleta Iraqê, ji başûr bi parêzgeha Îlamê, ji rojhilat bi şaristana Serpêl Zohab û Gîlanqerb hidûd heye.

Ziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanê vê şaristanê kurdî ye.

Hidûdê li gel Iraqê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şaristana Qesra Şîrîn bi hebûna 186 kîlometre hidûdê hevpar li gel Iraqê heye û du derên bi navê Hidûdê Pervîzxan û Hidûdê Xesrûy dihundirîne. Hidûdê Pervîzxanê vedibe nav Başûrê Kurdistanê, hidûdê Xesrûy jî vedibe nav menteqeyên ereban.

Herêmên şaristana Qesra Şîrîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar: Qesra Şîrîn
Bajar: Sûmar