Qesra Keçikê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dîmenek ji Qesra Keçikê
Dîmenek Qesrê ji perava Deryaya Navîn

Qesra Keçikê yan jî Qesra Deryayê (bi tirkî: Kızkalesi) qesreke giravî yê li Tirkiyeyê ye ku li giraveke biçûkê li taxa Kızkalesi ya bi ser navçeya Erdemli ya parêzgeha Mêrsînê ve ye. Qesr bi restorasyonên (nujenkirin) ku di van salên dawî de hatiye çêkirin, heşt bircên wî hatine parastin.

Dirêjahiya sura qesrê ya roja îro 192 mêtre ye. Dîwarên başûr û rojava berbi hev in. Aliyên bakur û rojhelat bi çerxeke kevî hatiye dorpêçkirin. Deriyê sereke li aliyê bakur e û li aliyê rojava jî deriyekî biçûk û galeriyek heye. Heşt baskên qesra keçikê hene û her yek awayê xwe yê taybet heye.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê giravê di serdema navîn de Crambusa bû. Bi yewnanî ya serdema navîn Γραμβούσσα, Gramvoussa ye.[1] Qesr li koordînata 36°27′23″Bk 34°08′53″Rh / 36.45639°Bk 34.14806°Rh / 36.45639; 34.14806 e û bi qasî 300 metre ji bejahiyê dûr e. Kelhe li ser giraveke deryaya Deryaya Navîn hatiye avakirin. Rûbera giştî ya giravê bi qasî 15.000 metre çargoşe ye û keleh piraniya bejahiya giravê digire. Qesra keçikê, 23 kîlomêtre ji navçêya Erdemliyê û 60 kîlomêtre ji bajarê Mêrsînê dûr e.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî Strabo, girav di serdema kevnar de ji hêla rêbiran (korsan) ve hatiye bikar anîn. Tê pêşbînîkirin ku keleh ji aliyê Alexios Komnenos I ê Împaratoriya Bîzansê ve piştî Sefera Xaçperestiya Yekem hatiye avakirin.[2] Lêkolînên arkeolojîk ên ku di salên 1982 û 1987an de hatine weşandin destnîşan dikin ku plana orîjînal a Bîzansê li başûrê kelehê bi bircên çargoşeyî yên karakterîstî dijî.[3]

Efsaneya qesrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî efsaneya Qesra keçikê, falbêjekî ji qeral re radigihîne ku keça wî ya rind ji aliyê marekî ve tê bijehr kirin. Falbêj dibêje ev dê pêk were û heta qeral jî nikare çarenûsa wê biguherîne. Li ser vî yekê ew keça xwe dişîne kelehê. Lê marek xwe di selika tirî ya ku ji bejahiyê hatiye şandin de vedişêre û diçe kelehê bi keça wî ve dide û keçik tê bijehr kirin.[4]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "KIZKALESİ SÖYLENCESİ - Arşt. Şahin ÖZKAN". Yumuktepe (bi tirkî). 21 nîsan 2008. Roja gihiştinê 24 gulan 2022.
  2. ^ "Castles.nl - Kizkalesi Castle". www.castles.nl. Roja gihiştinê 24 gulan 2022.
  3. ^ "MERSiN_OrenYerleri_Kaleleri_Muzeleri by EFORWEB Internet Services & Online Publication - Issuu". issuu.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 gulan 2022.
  4. ^ "KIZKALESİ SÖYLENCESİ - Arşt. Şahin ÖZKAN". Yumuktepe (bi tirkî). 21 nîsan 2008. Roja gihiştinê 24 gulan 2022.