Qoruxçî
Xuyakirin
Qoruxçî | |
|---|---|
| Korukçu | |
Dîcle, li Qoruxçiyê | |
| Koordînat: 37°50′3″Bk 40°44′6″Rh / 37.83417°Bk 40.73500°Rh | |
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
| Dewlet | Tirkiye |
| Parêzgeh | Diyarbekir |
| Navçe | Bismil |
| Nahiye | Bismil (navend) |
| Bilindahî | 545 m (1788 ft) |
| Nifûs (2012) | 459[1] |
| Koda postayê | 21520 |
| Koda telefonê | (+90) 412 |
![]() | |
| biguhêre | |
Qoruxçî anku Qorixçî (bi tirkî: Korukçu), gundekî Bismilê ye. Li ser rêya Bismil û Batmanê de 5 km dûrî navçeyê ye. Çemê Dîcle di vî gundî re derbas dibe.
Niştecihên gund Mendî ne. Nêzîkî 100-200 sal berê ji Mendan çûne Tepê û ji wir jî hatine Qoruxçî ava kirine.
Debara gund bi çandinîya pembo, garis, şebeş, genim, nîsk, ce û hwd û xwedîkirina heywanan û masîvanîya li ser Çemê Dîcleyê ye.
Gund li ser rêya koçbariya çûkan e. Ji ber vê yekê jî di demsala koçbariyê de gelek çûkên xerîb lê dihên dîtin.
Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Sal | Gelhe[2] |
|---|---|
| 2012 | 459 |
| 2000 | 449 |
| 1990 | 284 |
| 1985 | - |
Pêşangeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Masîvanên qorixçî
-
Bêrîvaniya hemdemî
-
Zarokekî Qoruxçiyê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ tuik, 2012, ji orîjînalê di 23 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 tîrmeh 2014
- ^ Yerelnet, Korukçu, ji orîjînalê di 9 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 tîrmeh 2014
