Qulingên Rewanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qulingên Rewanê- Weşanên Şîtav 2021

Qulingên Rewabê Dengbêjî û Sazbendiya Kurdên Qefqasyayê

Nivîskar: Polat Can

Mijar: Lêkolîn, hevpeyvîn, Muzîk Rûpel: 300 rûpel

Çapa Yekem: Weşanên Şilêr 2017

Çapa Duyem: Weşanên Şilêr 2019

Çapa Sêyem: Weşanên Sîtav 2021

Gotina Weşanxaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanxaneya Sîtavê pirtûka “Qulingên Rewanê” wiha dide nasîn; “Kilam û stranên kurdî, nirxên me yên herî buha û pîroz in. Dengbêjiya kurdî çand, huner, dîrok û rastiya me ya civakî parast, xwedî kir û heta roja îro anî. Di demên herî zor û zehmet de, di tarîstan û bêbextiya dîrokê de, li hemberî neyar, dagirker û xiyanetê, kilam û stranên me weke kelehan li ber xwe dane û hebûna me parastine.

Di serî de hevpeyvîn li ser jiyan û berhemên dengbêj û sazbendên wekî Egîdê Cimo, Karapêtê Xaço, Feyzoyê Rizo, Dîlbera Wekîl, Memê Israfîl, Dilovan, Cemîla Celîl û bi dehan dengbêj û sazbendên din di vê berhemê de cih digirin. Ev berhem ji bo naskirina dengbêj û sazbendên Kafkasyayê berhemeke herî baş û kêrhatî ye. Hûnê bi devê wan, wan nas bikin bê ka ew kî ne û çi kar û xebat ji bo çanda kurdî kirine.”[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "'Qulingên Rewanê' der çû | Xwebun". Xwebun | Rojnameya Heftane (bi îngilîziya brîtanî). 5 gulan 2021. Ji orîjînalê di 6 sibat 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 sibat 2022.