Rêgeha Dinyayê

Rêgeha Dinyayê rêgeheke fezayî ye ku di vê rêgehê de Dinya li dora rojê digere. Dema ku ji jora nivkada bakur tê nihêrin, Dinya berevajiya hêla saetê bi navîni 149.60 milyon km yan jî 8.317 xulekên ronahiyê, li dora Rojê dizivire.[1] Gereke temam a Dinyayê ya li dora rojê 365.256 rojan (saleke stêrkî) ber xwe dide ku di vê demê de demê de Dinya li ser rêgeha xwe bi qasê 940 milyon km di valahiya fezayê de rêwîti dike. Dema ku bandora cismên din ên pergala rojê tê paşguh kirin, rêgeha dinyayê ku jê re zivirîna dinyayê jî tê gotin, elipsek e ku navenda derveyî ya erd û rojê wekî yek fokus e û eksentrîsîteya herikê ya 0.0167 e. Ji ber ku ev nirx nêzîkî sifirê ye, navenda regaha dinyayê (li gorî mezinahiya rêgehê) hinek nêzîkê navenda rojê ye.
Wekê ku ji Dinyayê ve tê dîtin, tevgera pêşveçûna li ser rêgeha Dinyayê dibe sedem ku roj li gorî stêrkên din bi rêjeya nêzîkî 1° ber bi rojhilat ve di her rojek rojê de (an jî bi qûtra Roj an Heyvê her 12 saetan carekê) xuya bibe. Leza pêşve çûna Dinyayê ya li ser rêgehê bi navînî 107.208,00 km/s e ku têra xwe bilez e ku di 7 hûrdeman de tevahiya qûtra gerstêrkê û di 4 saetan de jî dikare wekê dûrahiya di navbera Dinya û Heyvê pêş ve here. Xala ku Dinya di rêgeha xwe ya rojê de di her kêliya ku berê xwe diguherîne wekê "lûtkeya rêya Dinyayê" tê zanîn.[2] Ji xaleke dîtinê ya li jor cemsera bakur a Rojê an jî ya Dinyayê ve, dixuyê ku Dinya li dora Rojê dizivire. Ji heman xal a dîtinê ve dixuyê ku hem Dinya û hem jî Roj li berevajiyê hêla saetê li dora xwe tevdigerin.[3][4]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Meeus, Jean (2009). Astronomical algorithms (Çapa 2. ed., [Nachdr.] with corr). Richmond, Va: Willmann-Bell. ISBN 978-0-943396-61-3.
- ^ "Earth Fact Sheet". nssdc.gsfc.nasa.gov. Ji orîjînalê di 8 gulan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "1893PA......1..373S Page 373". articles.adsabs.harvard.edu. Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Apex". Tidjma.tn (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2025.