Rêkxistina herisê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ji bo despêkirin, domandin an jî dawîanîna heriskirin û mijîna xurekan, hemû şert û mercên coga herisê ji aliyê hormonên herisê û koendama demar ve tê rêkxistin[1].

Rêkxistina demarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser dîwarê coga herisê de gelek cure wergir hene, çalakiya van wergiran ji bo rêkxistina karê heriskirinê ye. Ji van wergiran, mîkanîkewergir, kîmîkewergir û osmosewergir dikarin pê ji kartêkerên(hişarker) mekanîkî, kîmyayî û osmosî bihesin. Wekî mînak, tijîbûn û firehbûna gedeyê ji ber xwarinê, cureya xurekan(çewrî, karbohîdrad û proteîn) û mêjara avê û şilemenîyên nav xurekan ji bo wergiran hişarker e[1]. Wergir ne bi tena serê xwe ne, li ser diwarê coga herisê de li gel wergiran, torên demar(nerve plexuses) jî heye. Torên demar bi koendama demar a navendî ve girêdayî ye[1]. Wergir kartêkeran werdigire, bi navbeynkariya van toran, dişîne demarekoendam a navin. Sînyalên ji wergiran, dibe ko derdana hormon û enzîman bide destpêkirin, an jî leza perîstaltiyê zêde an kêm bike. Herwiha hestên birçîbûn û têrbûnê jî ji ber çalakiya wergiran peyda dibe. Asta glukoza xwînê ji ya asayî kêmtir be, mirov birçî dibe, xurek dixwe û koendama herisê çalak dike, heke asta rêjeya glukoza xwînê ji ya asayî berztir be, vê gavê mirov xwe têr hest dike[2]. Mejiyê mirov navend e ji bo hesta birçîbûn û têrbûnê[3]. Masûlkeyên coga herisê û masûlkeyên li dîwarê lûleyên xwînê ji lûsemasûlkeyan pêk tê. Çalakiya lûsemasûlkeyan bi riya xweye demarekoendam ve tê kontrolkirin. Demarekoendama xweyî ji du sîsteman pêk tê; sîstema sîmpasawî û sîstema parasîmpasawî. Bi gelemperî sîstema parasîmpasavî çalakiya coga herisê zêde dike, sîstema sîmpasawî jî çalakiya heriskirinê kêm dike[4].Piraniya ragihandinên ji sîstema parasîmpasawî ber bi coga herisê, bi navbeynkariya demara vagus ve pêk tê[5].

Berteka demarî li dij xurekan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Koendama demar li dij xurekan bi sê qonaxê sereke bertek nîşan dide. Qonaxa serî(mejî), qonaxa gedeyî û qonaxa rûvî[2]. Ev hersê qonax jî di bin kontrola koendama demar de, bi alîkariya gelek enzîm û hormonan rû dide.

Qonaxa serî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qonaxa yekem a ji bo bersîvdana xurekan, li koendama demar a navîn, di mejî de dest pê dike. Hê ko xurek neketiye nav coga herisê, bêhnkirin, tahmkirin, dîtin an jî fikirîna xurekemadeyan dibe kartêker(hişarker) ji bo koendama demar. Ji ber van kartêkeran koendama demar lîkerijenan han dike ji bo derdana lîkê. Herwiha gedeyê han dike ji bo derdana şileya gedeyê û lîncemade. Bi vî awayê koendama demar gedeyê amade dike ji bo wergirtina xurekemadeyan[3].

Qonaxa gedeyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gava xurek digihîjin gedeyê, qonaxa gedeyî destpêdike. Asîda gedeyê û enzîm dest bi heriskirina xurekên nav gedeyê dikin. Firehbûna gedeyê, bilindbûna pileya pHê û hebûna xurekên neherisbûyî, qonaxa gedeyî han dike. Di vî qonaxê de, ji ber çalakiya koendama demar û hormonan, girjbûna gedeyê û derdanên gedeyê zêde dibe[3].

Qonaxa rûvî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gava kîmos ji gedeyê derbasî rûviya zirav dibe, qonaxa rûvî jî dest pê dike. Kîmos ji bo derdana enzîmên herisê, rûviya zirav han dike. Herwiha kîmos hin hormon û demaran han dike ji bo kontrolkirina derdanên kezeb, pankreas û kîsikê zeravê. Qonaxa rûvî leza valabûna gedeyê jî kontrol dike[3].

Berteka hormonî li dij xurekan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi derdana hormonan çalakiya coga herisê tê rêkxistin

Gelek hormon ji bo koendama herisê kar dikin, lê ji wana sê heb; gastrîn, kolesîstokînîn û sekretîn hormonên bingehînîn ji bo rêkxistina heriskirinê[6] . Di qonaxa gedeyî de demara vagus sînyal radigihîne gedeyê, ji xaneyên dîwarê gedeyê hormona gastrîn tê berhemkirin û derdan. Gastrîn jî hin xaneyên gedeyê han dike ji bo derdana asîda gedeyê(asîda hîdroklorî (HCl)) û enzîma pepsînojenê[1]. Gava gede vala ye, îcar divê derdana gedeyê jî kêm be, loma hormona enterogastron a di rûviya zirav de tê berhemkirin çalakiya gastrînê kêm dike. Li gel hormona enterogastronê, hormona sekeretîn û kolesîstokînîn jî ji aliyê xaneyên dîwarê rûviya zirav ve tê berhemkirin û derdan. Hormona kolesîstokînîn bandor li ser pankreasê dike ji bo derdana enzîmên herisê(amîlaz, lîpaz, trîpsînojen û kîmotrîpsînojen). Herwiha hormona kolesîstokînîn kîsikê zeravê jî girj dike, zerav ber bi rûviya zirav ve diherike[6]. Hormona sekretîn kezebê han dike ji bo berhemkirina zeravê. , di heman demê de pankreasê han dike ji bo derdana îyonên bîkarbonatê[3]. Îyonên bîkarbonat û xwêyên zeravê kîmosa asîdî ya ji gedeyê nû hatî nêtar dikin. Bi vî awayê enzîmên herisê di rûviya zirav de hê baştir kar dikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  2. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  3. ^ a b c d e OpenStax Biology. 2013. [2]
  4. ^ Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  5. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, human digestive system. [3]
  6. ^ a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.