Rêveberên NASAyê
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (tebax 2024) |
Rêveberên Rêvebiriya Hewavanî û Fezayê ya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî berpirsên payebilind ê NASAyê û ajansa fezayê ya neteweyî ya Dewletên Yekbûyî ne. Rêveber biryardarê sereke yê NASAyê ne ku berpirsiyar e ku zelalî ji bo vîzyona ajansê peyda bike û wekî çavkaniya ramana hindurîn a di nav NASAyê de xizmet bike. Xwediyê nivîsgehê jî di nav polîtîka û xebatên fezayê ya Dewletên Yekbûyî de xwedî cihek girîng e û ji aliyê rêveberek cîgir ve tê destek kirin.
Rêveber ji aliyê serokên Dewletên Yekbûyî ve bi şêwirdarî û qebûlkirina Senatoya Dewletên Yekbûyî tê tayîn kirin û pişt re li gorî polîtîkayên serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya fezayê karên xwe dimeşînin. Senator û astronot berê Bill Nelson ji 3ê gulana 2021ê vir ve wekî rêveberê saziyê xebatên xwe dimeşîne.
Erk û berpirsiyarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rêveber wekî berpirsiyarê sereke yê NASAyê kar dike ku ji bo serkirdayetiya ji bo pêkanîna peywira ajansê pêwîst e, li hemberê serokên Dewletên Yekbûyî berpirsiyar e. Ev rêveberî hewce ye ku nêrîna ajansê diyar bike, pêşanînên bername û budceyê û polîtîkayên hindurîn a ajansê diyar bike, performans û xebatên ajansê binirxîne.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rêveberê yekem ê NASAyê Dr. T. Keith Glennan bû ku di dema wezîfeya wî de projeyên cihêreng ên di warê lêkolîna pêşketina fezayê de li Dewletên Yekbûyî hatine berhev kirin.[1] Daniel Goldin rêveberê herî demdirêj a ajansê ye (nêzîkî 10 sal e ku li ser erk e) ku di dema rêveberiya xwe de wî bernameyê fezayê ya "zûtir, çêtir û erzantir" çêkiriye.[2] James C. Fletcher e yekem kes e ku du car bûye rêveberê saziyê ku piştî Qezaya keştiya fezayê ya Challengerê vegeriyaye NASAyê.[3]
Rêveberê sala 2024an senator û astronot berê Bill Nelson e ku ji aliyê serok Joe Biden ve di 19ê adara sala 2021ê de hatiye destnîşan kirin û ji aliyê senatoyê ve di 29ê avrêla sala 2021ê de hatiye pejirandin ku bi fermî di 3ê gulana sala 2021ê de ji bo erka xwe sond xwariye û di 3ê gulana sala 2021ê dest bi xebatên xwe kiriye.[4]
Lîsteya rêveberên ajansê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Statu
statuya rêvebirên NASAyê ya "wekîl" (acting administrator of NASA) destnîşan dike.
Rêz | Wêne | Nav | Despêkirina wezîfeyê | Ofîsa çepê | Rojên ku xizmet kiriye | Serokên DYA Di dema kîjan serokê wezîfe kiriye | |
---|---|---|---|---|---|---|---|
1 | T. Keith Glennan | 19ê tebaxa sala 1958an | 20 çileya 1961ê | 885 | Dwight D. Eisenhower | ||
- | Hugh Dryden | 11ê çileya sala 1961ê | 14ê sibata sala 1961ê | 24 | John F. Kennedy | ||
2 | James E. Webb | 14ê sibata sala 1961ê | 7ê cotmeha sala 1968an | 1035 | |||
1781 (2816 total) |
Lyndon B. Johnson | ||||||
3 | Thomas O. Paine | 8ê cotmeha sala 1968an | 21ê adara sala 1969an | 104 | |||
60 | Richard Nixon | ||||||
21ê adara sala 1969an | 15 îlona sala 1970an | 543 (707 total) | |||||
- | George Low | 16 îlona sala 1970an | 26ê nîsana sala 1971ê | 222 | |||
4 | James C. Fletcher | 27ê nîsana 1971ê | 1ê gulana sala 1977an | 1200 | |||
895 | Gerald Ford | ||||||
101 (3258 total) |
Jimmy Carter | ||||||
- | Alan M. Lovelace | 2ê gulana sala 1977an | 20ê hezîrana sala 1977an | 49 | |||
5 | Robert A. Frosch | 21ê hezîrana sala 1977an | 20ê çileya sala 1981ê | 1309 | |||
- | Alan M. Lovelace | 21ê çileya sala 1981ê | 10ê tîrmeha sala 1981ê | 171 (220 total) |
Ronald Reagan | ||
6 | James M. Beggs | 10ê tîrmeha sala 1981ê | 4ê kanûna sala 1985an | 1608 | |||
- | William Graham | 4ê kanûna sala 1985an | 11ê gulana sala 1986an | 158 | |||
7 | James C. Fletcher | 12ê gulana sala 1986an | 8ê nîsana sala 1989an | 984 | |||
78 (3258 total) |
George H. W. Bush | ||||||
- | Dale D. Myers | 8ê nîsana sala 1989an | 13 gulana sala 1989an | 35 | |||
8 | Richard H. Truly | 14ê gulana sala 1989an | 30yê nîsana sala 1989an | 47 | |||
1ê tîrmeha sala 1989an | 31ê adara sala 1992an | 1004 (1052 total) | |||||
9 | Daniel Goldin | 1ê nîsana sala 1992an | 17ê mijdara sala 2001ê | 294 | |||
2922 | Bill Clinton | ||||||
301 (3517 total) |
George W. Bush | ||||||
- | Daniel Mulville | 19ê mijdara sala 2001ê | 21ê kanûna sala 2001ê | 32 | |||
10 | Sean O'Keefe | 21ê kanûna sala 2001ê | 11ê sibata sala 2005an | 1148 | |||
- | Frederick D. Gregory | 11ê sibata sala 2005an | 14ê nîsana sala 2005an | 62 | |||
11 | Michael D. Griffin | 14ê nîsana sala 2005an | 20ê çileya sala 2009an | 1377 | |||
- | Christopher Scolese | 20ê çileya sala 2009an | 17ê tîrmeha sala 2009an | 178 | Barack Obama | ||
12 | Charles Bolden | 17ê tîrmeha sala 2009an | 20ê çileya sala 2017an | 2744 | |||
- | Robert M. Lightfoot Jr. | 20ê çileya sala 2017an | 23 nîsana sala 2018an | 458 | Donald Trump | ||
13 | Jim Bridenstine | 23 nîsana sala 2018an | January 20, 2021 | 1003 | |||
- | Steve Jurczyk | 20ê çileya sala 2021ê | 3 gulana sala 2021ê | 103 | Joe Biden | ||
14 | Bill Nelson | 3ê gulana sala 2021ê | Li ser erka xwe ye. | 1224 |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "T. Keith Glennan". Ji orîjînalê di 8 tîrmeh 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 sibat 2024.
- ^ "NASA, Jînenîgarî ya Daniel Goldin". nasa.gov.
- ^ "James C. Fletcher". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 tîrmeh 2008. Roja gihiştinê 27 sibat 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Bill Nelson, NASA". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 gulan 2008. Roja gihiştinê 27 sibat 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)