Rêwîtiya fezayî
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (tîrmeh 2026) |
Rêwîtiya fezayî | |
|---|---|
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Rêwîtiya fezayî (wekê hêza fezayî, kosmonotîk an jî astronautîk tê zanîn) rêwîtiyeke ku ji Dinyayê ber bi atmosferê ve ku bi wesayît û amûrên bi mirov an jî wesayîtên bê mirov têne pêkanîn. Piraniya firînên fezayê bê mirov in û bi piranî bi keştîyên fezayî têne pêkanîn ku bi van keştiyan peykên li rêgeha (obrît) li dora Dinyayê têne bicihkirin. Di heman demê de ev heman rêwîtî û firîn hinek caran jî ji bo şandina sondajên fezayên têne bikaranîn ku ev sondaj ber bi derveyî rêgeha Dinyayê ve têne şandin. Yekem geştên fezayê di salên 1950î de bi firîna peykên Sputnik ên Sovyetê û bi mîsyonên Explorer û Vanguard ên amerîkî hatine dest pê kirin. Di nav bernameyên firîna mirovî ya fezayê de Soyuz, Shenzhou, daketina berê ya Apollo ya li ser rûyê Heyvê û bernameyên Space Shuttle hene. Firînên din ên fezayên heyî ber bi stasyona fezayê ya navneteweyî û stasyona fezayê ya Tiangong a Çînê ve têne pêkanîn.
Her wiha di nav geştên fezayî de firînên satelaytên çavdêriya Dinyayê û telekomunîkasyonê, erkên di navbera gerstêrkan, hevdîtin û girêdanên bi stasyona fezayî re û geştên fezayî yên bi kom ên erkên zanistî an jî geştiyariyê de hene.
Destpêka firîna fezayî destpêkirina Sputnik 1 ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve di 4ê cotmehê 1957an de hatiye pêkanîn. Di nav bûyerên giring ên firîna fezayî de Wostok 1 heye ku Yurî Gagarîn di sala 1961ê de yekem mirov bû ku derketiye fezayê. Di heman demê de di 1969an de yekem daketina li ser rûyê Heyvê bi Apollo 11 pêk hatiye. Salyût 1 yekem stasyona erdreyê kesî di 1971ê de hat damezrandin, an jî yekem cihaza erdreyê dubare bi kar tê anîn bi tayyareya erdreyê Space Shuttle di 1981ê de bû.[zelalkirin hewce ye] Heta dawiya sala 2017an de zêdetir ji 500 mirovan di fezayê de bûn.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Erik Gregerson (2010): An Explorer's Guide to the Universe – Unmanned Space Missions, Britannica Educational Publishing, ISBN 978-1-61530-052-5 (ekiteb)
- Neufeld, Michael J. (2018). Spaceflight: A Concise History. Cambridge: The MIT Press. ISBN 978-0262536332.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Rêwîtiya fezayî de hene